Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand, peymana ku bi dehan sal e hinartina petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de bi rêk û pêk dike vê havînê bi dawî dibe.
Wezaretê da zanîn ku ji ber vê yekê ew dê li ser hinartina petrolê ya ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve li gel Enqereyê dest bi dan û standinên peymaneke nû bikin.
Salim Rûkabî îro ji Rûdawê re got, “Ji bo gihîştina reşnivîseke hevpar û îmzekirina peymana nû, di navbera şandeyên Îraq û Tirkiyeyê de hevdîtinên dualî pêk hatin.”
Salim Rûkabî destnîşan kir ku tê plankirin li ser vê mijarê civînên nû werin lidarxistin.
Peymana 1973yan hatibû betalkirin
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Tîrmeha 2025an bi biryarnameyekê Peymana Xeta Boriyan a Îraq-Tirkiyeyê (ITP) betal kiribû.
Bi vê gavê re hemû xalên peymana ku sala 1973yan hatibû îmzekirin bi awayekî fiîlî bi dawî bûn.
Erdogan ji bo pêkanîna peymaneke berfirehtir a ku ji bilî petrola xav, gaz, elektrîk û petrokîmyayê jî li xwe digire bang kiribû.
"Em dê bigihîjin peymanekê"
Piştî biryara betalkirina yekalî ya Tirkiyeyê, tê çaverêkirin ku peyman 27ê Tîrmeha 2026an bi awayekî fermî bi dawî bibe.
Salim Rûkabî li ser vê mijarê got, "Em dê hevdîtinên xwe bidomînin û em dê heta wê demê bigihîjin peymanekê."
Biryara betalkirinê ya Tirkiyeyê, ji ber biryara Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ya li Parîsê bû.
Dadgehê biryar di berjewendiya Îraqê de dabû.
Dadgehê destnîşan kiribû ku Enqereyê destûr daye petrola Herêma Kurdistanê bêyî erêkirina Bexdayê were hinartin.
Dadgehê bi tohmeta ku "Tirkiyeyê Peymana Xeta Boriyan a Tirkiye-Îraqê ya sala 1973yan bin pê kiriye", ceza dabû Enqereyê da ku qerebûyê bide.
Piştî vê biryarê, Tirkiye û Îraq bi navbeynkariya Amerîkayê gihîştibûn peymaneke demkî.
Vê peymanê rê dida ku petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Şirketa Bazarkirina Petrola Neteweyî ya Îraqê (SOMO) were hinartin.
Îraq li rêyên nû digere
Şiyana hinartinê ya li ser Tengava Hurmizê ji ber aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de rastî bandoreke gelekî xerab hatiye.
Ji ber vê yekê, Îraq hewl dide ku bi rêya bejahî û xetên boriyan hinartina petrolê zêde bike.
Washington û Tehranê piştî wî şerê nêzîkî şeş hefteyan ê ku 28ê Sibatê dest pê kir û 8ê Nîsanê bi agirbestekê bi dawî bû, li hemberî hev sînordarkirin danîn.
Ev şer bû sedem ku hinartina petrola Îraqê ya bi rêya Tengava Hurmizê dakeve asteke dîrokî.
Hinartina ku beriya şer mehane 93 milyon bermîl bû, meha nîsanê bi rêya benderên Besrayê yên li başûr daket 10 milyon bermîlan.
Li hemberî vê yekê, Îraqê bi rêya xetên boriyan û tankeran berê xwe da berfirehkirina rêyên alternatîf ên hinartinê.
Îraq niha rojane nêzîkî 250 hezar heta 340 hezar bermîl petrola xav bi rêya tora xetên boriyan a Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve dişîne.
Ji bilî vê yekê, rojane bi tankeran nêzîkî 200 hezar bermîl jî tên şandin.
Hikûmet plan dike ku hinartina petrolê ya bi van rêyên alternatîf gav bi gav zêde bike.



