Hewlêr (Rûdaw) - Îro bermîla petrolê 2 dolaran biha bû, sedema vê bihabûnê jî êrişên Îran û Îsraîlê ne.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 2 dolar û 33 sentan bilind bû û bermîl gihîşt 95 dolar û 42 sentan.
Petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 2 dolar û 10 sentan bilind bû û bermîla wê gihîşt 92 dolar û 64 sentan.
Êrişên nû astengên nû dixin pêşiya peymana aştiyê ya navbera Amerîka û Îranê û vekirina Tengava Hurmizê.
Divê were gotin ku Tengava Hurmizê ji bo veguhestina petrol û gaza cîhanê rêyeke sereke ye.
Li hêla din, Îranê agirbesta li gel Libnanê wekî mercekî ji bo peymana aştiyê ya li gel Washingtonê daniye.
Îranê ji bo tolhildana êrişên li ser Beyrûtê û Hizbulaha hevpeymana xwe, mûşek berdan Îsraîlê.
Îsraîlê jî vê sibehê bi balafirên şer bersiv da Îranê.
.webp&w=3840&q=75)


