Hewlêr (Rûdaw) - Zêr di roja yekê ya vebûna bazaran de erzan bû û onsa zêr îro bi derdora 4 hezar û 307 dolaran hat firotin.
Daketiina zêdetir a bihayê zêr piştî wê yekê hat ku Îran û Îsraîlê dîsa êrişî hev kir.
Ji ber wê sedemê, bihayê petrolê behtirî 2 dolaran bilind bû lê zêr erzan bû.
Seroka Banka Federal a Clevelandê Beth Hammackê ragihand:
"Amarên nû yên bazara kar eşkere dikin ku bazara kar hevseng bûye û gihîştiye rewşa xwe ya herî baş.
Berdewamiya bilindbûna enflasyonê, Banka Navendî ya Amerîkayê neçar dike ku li ser bilindkirina rêjeya faîza bankê bifikire da ku enflasyon ji bin kontrolê dernekeve."
Rewşa bazara kar a Amerîkayê
Ev 3 meh in ku bazara kar a Amerîkayê bi hêz maye.
Ev yek bûye sedem ku Banka Navendî ya Amerîkayê rêjeya faîzê di astên bilind de bihêle.
Çîn zêr dikire
Li aliyê din, Banka Navendî ya Çînê kirîna zêr zêde kiriye.
Li gorî amarên fermî yên Banka Navendî ya Çînê, qebareya zêrê depokirî yê li Çînê gihîştiye nêzîkî 75 milyon onsan.

.webp&w=3840&q=75)

