Hewlêr (Rûdaw) - Borsaya New Yorkê, ji ber fikarên li ser lêçûnên zêde yên hişê çêkirî û zêdebûna bihayê petrolê daket.
Di destpêka vekirina bazarê de, aboriya Amerîkayê rojeke nebaş derbas kir û her sê endeksên sereke yên Borsaya New Yorkê daketin.
Di bazara îro de, endeksa Dow Jones ji sedî 0,12 kêm bû û daket 52,788,41 puanan. Endeksa S&P 500ê ji sedî 0,80 kêm bû û daket 7.694,62 puanan.
Zererê herî mezin jî endeksa Nasdaqê dît ku ji sedî 1,47 kêm bû û daket 26.308,40 puanan.
Rapora Tesla û Meta fikarên di bazarê de zêde kirin
Li Amerîkayê, amarên qezenc û zererê yên şirketên mezin di rojeva veberhêneran de ne. Her çend qezencên baş ên SpaceX û Super Micro Computerê hêviyên li ser hişê çêkirî geş kiribin jî, raporên nû yên Tesla û Metayê bûn sedem ku fikarên li ser vê qadê car din zêde bibin.
Şirketa otomobîlên elektronîk Tesla, piştî ku ragihand ew dê lêçûnên xwe yên ji bo seranserê salê kêm bike, nirxê pişkên wê zêdetirî ji sedî 3 daket.
Teslayê diyar kir ku qezanca wê ya tam di çaryeka sêyem a sala 2026an de, li gorî heman heyama sala borî ji sedî 43 kêm bûye û dahata wê di asta 28 milyar dolarî de wekî xwe maye.
Ji aliyê din ve, xwediyê Facebook, Instagram û WhatsAppê şirketa Meta, her çend di vê çaryekê de dahat û qezenceke baş û ji bendewariyan bilindtir eşkere kiribe jî, ji ber ku lêçûnên xwe yên salane derxist asta 135 heta 145 milyar dolarî, nirxê pişkên wê zêdetirî ji sedî 3 kêm bû.
Di heman demê de, pişka şirketa IBMyê jî tevî ku encamên wê yên darayî ji bendewariyan çêtir bûn, zêdetirî ji sedî 4 nirxê xwe winda kir.
Şirketên çîpan jî daketin
Pêla daketinê bandoreke berçav li ser hilberînerên çîpan jî kir. Di vê çarçoveyê de, pişkên şirketên wekî Intel û Advanced Micro Devicesê (AMD) zêdetirî ji sedî 5, yên Qualcommê ji sedî 2, û pişka Broadcomê li gel Micron Technologyê jî zêdetirî ji sedî 3 kêm bûn.
Bihayê petrolê ji 112 dolarî derbas kir
Ji aliyê din ve, ji ber aloziya jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn û fikarên derbarê dabînkirina enerjiyê, meyla bilindbûnê ya di bihayê petrolê de berdewam kir û bihayê bermîla petrola brent ji 112 dolarî derbas bû.
Li aliyê tevgera faîzê jî, rêjeya faîza bonoyên xezîneyê yên 10 salî yên DYAyê hinekî bi paş ve kişiya û gihîşt ji sedî 5,021ê.
Serlêdanên bêkariyê kêm bûn: Çav li biryara Fedê ye
Li ser asta amarên makroaborî, hejmara kesên ku di hefteya bi dawîbûyî ya 17ê Çiriya Pêşîn de cara yekem serlêdana daxwaza mûçeya bêkariyê kiriye, daket 194 hezaran û ev hejmar ji hêviyên bazarê kêmtir pêk hat.
Ev kêmbûna di serlêdanên bêkariyê de nîşan dide ku bazara kar a Amerîkayê hîn jî xurt û berxwedêr e ku ev rewş her wiha wekî nîşaneyek tê dîtin ku Fed dibe ku di civîna xwe ya 27-28ê Çiriya Pêşîn de rêjeya faîzê wekî xwe bihêle û neguhere.



