Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Norwecê ya DNOyê rapora xwe ya darayî ya çaryeka sêyem a sala 2026an belav kir.
Şirketê ragihand ku destpêkirina ducare ya hilberîna petrolê ya li qadên Tawik û Pêşxabûrê yên Herêma Kurdistanê rê vekir ku di dîroka 55 salî ya şirketê de dahat û qazanca herî zêde tomar bibe.
Bi vî awayî dahata şirketê gihîştiye zêdetirî milyarek dolarî.
Şirketa Norwecê eşkere kir ku nîvê vê salê piştî 4 mehan ji rawestandina xebatan a ji ber êrişên bi dronan û mûşekan ên li herêmê, wan wekî rêkareke xweparastinê hilberîn daye sekinandin.
Lê pişt re hilberîna li qada Tawikê 28ê Hezîranê û ya li qada Pêşxabûrê jî 11ê Tîrmehê ji nû ve dest pê kiriye.
Hilberîna li Tawik û Pêşxabûrê zêde bûye
Li gorî raporê, hilberîna giştî ya li qada Tawikê (ku DNO xwediyê ji sedî 75 û Genel Energy xwediyê ji sedî 25ê pişkên wê ye) di çaryeka sêyem de bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Hilberîn gihîştiye rojane 73 hezar û 219 bermîlan ku di çaryeka duyem de tenê 363 bermîl bû.
Ji vê mîqdarê rojane 38 hezar û 548 bermîl ji qada Pêşxabûrê û 34 hezar û 671 bermîl jî ji qada Tawikê hatine derxistin.
Pişka şirketa DNOyê ya li Herêma Kurdistanê rojane gihîştiye 54 hezar û 914 bermîlan ku ev jî nêzîkî ji sedî 38,5ê tevahiya hilberîna şirketê ya li seranserî cîhanê pêk tîne.
Petrol li bazara navxwe biha bûye
Xaleke din a girîng a rapora DNOyê, bihabûna berbiçav a petrolê ye li bazara navxwe ya Herêma Kurdistanê.
Di çaryeka sêyem de bermîleke petrolê bi navînî bi 38,5 dolaran hatiye firotin ku ev asta herî bilind a piştî rawestandina hinardekirinê ya Adara 2023yan e.
Meha Çiriya Pêşîn bihayê firotina petrolê ya DNOyê ji bo her bermîlekê derketiye 45 dolaran ku li gorî destpêka salê nêzîkî ji sedî 50 zêde bûye.
Hemû pereyê petrolê pêşwext û beriya radestkirina barên petrolê ketiye ser hesabê bankê yê navneteweyî yê şirketê.
Dahata DNOyê ya li Herêma Kurdistanê di çaryeka sêyem de gihîştiye 99,5 milyon dolarî û qazanca wê ya xebitandinê jî 26,2 milyon dolar bûye.
Şirket amaje bi wê yekê dike ku qadên petrolê yên Kurdistanê di warê kêmmesrefiyê de yek ji qadên herî kêm lêçûn ên cîhanê ne.
Mesrefa derxistina her bermîleke petrolê tenê 5,7 dolar e ku li Deryaya Bakur digihêje 10,3 dolaran.
Ji ber vê yekê şirketê veberhênana xwe ya li Kurdistanê zêde kiriye û di 9 mehên îsal de 43 milyon dolar xerc kiriye.
Kolana bîrên nû û deynên li ser hikûmetê
DNOya ku xwe wekî şirketa herî çalak a biyanî ya li Herêma Kurdistanê dibîne ragihand ku amûra duyem a kolandinê xistiye kar û bernameya kolandina 8 bîran didomîne.
Şirket plan dike ku sala 2027an amûra sêyem jî bîne.
Şirket li Kurdistanê xwediyê 199 milyon bermîl yedeka piştrastkirî (2P) ye.
DNOyê li ser heqdestên xwe yên darayî jî eşkere kir ku heta 30ê Îlonê 286,3 milyon dolar deynê wê li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku girêdayî firotina petrolê ya beriya rawestandina hinardekirinê ya sala 2023yan e.
Di çaryeka sêyem de tenê 1,5 milyon dolar ji wan deynan li wan vegeriyaye.



.webp&w=3840&q=75)