Hewlêr (Rûdaw) - Li bazarên cîhanê bihayê petrolê daket û bihayê zêr jî bilind bû. Li aliyê din, veberhêner li bendê ne ku encamên hilbijartinên navberê yên Amerîkayê û dan û standinên aştiyê yên li Rojhilata Navîn zelal bibin.
Ev guherînên di bihayê petrol û zêr de di bin siya daketina nirxê dolarê Amerîkî û çaverêkirina amarên kar ên Amerîkayê de pêk tên.
Bihayê petrolê çawa guherî?
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê bermîleke petrola Brent a Deryaya Bakur 26 sent ango bi rêjeya ji sedî 0,25an daket û bi 103,34 dolarî hat firotin.
Bihayê petrola xav a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî 53 sent ango bi rêjeya ji sedî 0,55an daket 95,56 dolarî.
Roja borî jî ji ber nûçeyên li ser hewlên dan û standinan ên ji bo rawestandina şerên li Ukrayna û Îranê, bihayê petrola Brent zêdetirî ji sedî 1ê daketibû asta herî nizm a 4 hefteyên dawî.
Depoyên petrolê yên Amerîkayê kêm bûn
Li aliyê din, li gorî daneyên Enstîtuya Petrola Amerîkayê (API), hefteya borî depoyên petrola xav a Amerîkayê 5,27 milyon bermîlan kêm bûne lê dihat pêşbînîkirin ku 880 hezar bermîlan zêde bibin.
Her wiha depoyên benzînê 1,43 milyon bermîlan zêde bûne û depoyên sotemeniyên parzûnkirî jî 1,19 milyon bermîlan kêm bûne.
Bihayê zêr ber bi 4 hezar dolarî ve diçe
Her îro çarşemê bihayê zêr ji ber daketina nirxê dolar hinekî bilind bû. Di dan û standinên rasterast de bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 0,1ê zêde bû û gihîşt 3 hezar û 931 dolarî.
Di girêbestên paşerojê de yên ji bo meha Kanûna Pêşîn, bihayê zêr di asta 3 hezar û 941 dolarî de cih girt.
Serokê Beşa Lêkolînan ê Saziya Darayî ya Pepperstoneyê Chris Weston derbarê vê mijarê got:
"Daketina nirxê dolar û kêmkirina berbiçav a faîza bîlançoyên xezîneya Amerîkayê bi eşkereyî pişta bihayê zêr girt.
Her wiha xwesteka ji bo xweparastina li hemberî nediyariya polîtîkayên birêvebiriya Trump a piştî hilbijartinan, ji bo kiriyarên zêr palgeheke xurt e."
Asta krîtîk a 4 hezar dolarî
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa StoneXê Matt Simpson diyar kir ku asta 4 hezar dolarî asteke berxwedanê ya zelal e û got ku derbaskirina vê astê dê tevgera mezin a paşerojê ya bihayê zêr diyar bike.
Li gorî pîvana "FedWatch" a Koma CMEyê, bazirgan îhtimala zêdekirina faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve di meha Kanûna Pêşîn de wekî ji sedî 78 dinirxînin. Zêdekirina faîzê balkêşiya zêr kêm dike.
Encûmena Cîhanî ya Zêr (WGC) jî eşkere kir ku tê çaverêkirin sala 2026an daxwaza Hindistanê ya ji bo kirîna zêr dakeve asta herî nizm a 6 salên dawî çimkî bihabûna zêr zerer gihandiye firotina zêr û xwesteka veberhênanê hêdî kiriye.
Bandora hilbijartinên Amerîkayê û rageşiya li herêmê
Li Amerîkayê hejmartina dengên hilbijartinên navberê berdewam dike ku ev hilbijartin dê piranîya Kongreyê ji bo serdema duyem a Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar bike.
Li aliyê din, bazar çavdêriya hewldanên navbeynkariyê yên Qeterê dikin ku rê li ber aloziyên leşkerî yên piştî hilbijartinan bigire.
Berpirsekî pilebilind ê Îranê ji Reutersê re ragihandibû ku Washington û Tehran ji bo gihîştina peymanekê hîn gelekî ji hev dûr in.
Rayedarekî Amerîkayî eşkere kir ku artêşa welatê wî li Girava Qeşmê ya Îranê êrişên parastinê pêk anîne lê rayedarekî din anî zimên ku ev êriş sînordar bûn û nayên wateya destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh.
Donald Trump ji rojnameya Financial Timesê re ragihand ku ti planeke wan a lezgîn a ji bo lêdana Îranê nîne û got, "Wisa xuya dike ku em dê hemû tiştên ku dixwazin bi dest bixin."


.webp&w=3840&q=75)
