کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA

Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA

Aborî

Erdogan: Şirnex û Gabar bûne paytexta petrolê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Amarên ÎŞKURê kûrbûna krîzê nîşan didin: Bêkarî gihîşt asta herî bilind
Aborî10-11-2026

Amarên ÎŞKURê kûrbûna krîzê nîşan didin: Bêkarî gihîşt asta herî bilind

Zêr ji lûtkeyê vegeriya: Ons daket asta 4 hezar û 110 dolarî
Aborî10-11-2026

Zêr ji lûtkeyê vegeriya: Ons daket asta 4 hezar û 110 dolarî

Şamaran Petroleum: Hilberîna li Etrûş û Sersingê gihîşt 52 hezar bermîlan
Aborî10-11-2026

Şamaran Petroleum: Hilberîna li Etrûş û Sersingê gihîşt 52 hezar bermîlan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku ew li Gabarê cureyê herî baş ê petrolê hildiberînin û got, “Şirnex û Gabar bûne paytexta petrolê.”

Wî diyar kir ku li wê herêmê rojane 84 hezar bermîl petrol tê derxistin.

Erdogan da zanîn ku wan heta niha 75,4 milyon bermîl petrola xav li Gabarê derxistiye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê axivî.

Ev civîn roja duşemê li Enqereyê hat lidarxistin.

"Em ji sedî 8ê pêdiviya xwe ji Gabarê dabîn dikin"

Erdogan di axaftina xwe de qala petrola Şirnexê ya li Bakurê Kurdistanê kir û got:

"Şirnex û Gabar bûne paytexta petrolê. Li Gabara ku demekê cihê teror, tundî û tirsê bû, niha em petrola Tirkiyeyê ya herî bi qalîte lê hildiberînin.

Îro di 184 bîrên petrolê de em gihîştin 84 hezar bermîlan di rojekê de. Em ji sedî 8ê pêdiviya xwe ji Gabarê dabîn dikin.

Me heta niha li Gabarê 75,4 milyon bermîl petrola xav derxistiye."

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha ragihand ku li herêmê xebatên lêgerîn û lêkolînê didomin.

Wî destnîşan kir ku wan 2 cihên din jî dîtine ku petrol li wan deran heye.

Kapasîteya qadên nû 135 milyon bermîl e

Erdogan da zanîn ku ji meha Çiriya Pêşîn ve hilberîna petrolê li du deveran dest pê kiriye û wiha pê de çû:

"Li gorî nirxandina me ya destpêkê, kapasîteya wan her du qadan ew e ku em dikarin 135 milyon bermîlî jê derxînin."

Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku dê bi van gavan hilberîna petrolê ya li herêmê ji sedî 30 zêde bibe. Ev yek dê bi karkirina temam a wan her du qadên din pêk bê.

Li gorî gotina wî, di nîveka duyem a 2027an de dê hilberîna rojane ya li herêmê ji 100 hezar bermîlî derbas bibe.

Ev yek jî salane tê wateya derdora 4,4 milyar dolarî ji bo aboriya Tirkiyeyê.

Dîtina petrola li Gabarê

Tirkiyeyê destpêka Gulana 2023yan ragihandibû ku wan li herêma Gabarê ya Şirnexê qadeke petrolê dîtiye.

Wê demê Şirketa Petrola Tirkiyeyê (TPAO) dabû zanîn ku li Şirnexê rojane 70 hezar bermîl petrol tê derxistin.

Qadên petrolê yên Tirkiyeyê ne gelekî dewlemend in.

Qadên petrolê yên niha, bi piranî li parêzgehên Semsûr, Êlih û Amedê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Her wiha li parêzgehên Sêrt, Riha û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê jî qadên petrolê hene.

Ew petrola ku tê derxistin, dikare tenê beşeke biçûk a pêdiviya navxweyî ya Tirkiyeyê dabîn bike.

Ji sedî 93yê qadên petrolê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di bin 25 milyon bermîlî de ne.

Tenê ji sedî 7ê wan qadên mezin in û yêdeka wan di navbera 25 û 500 milyon bermîlî de ye.

Li Tirkiyeyê petrol di kûrahiya 3000 heta 4000 metreyan de tê derxistin.

Nûçeyên Têkildar

Amarên ÎŞKURê kûrbûna krîzê nîşan didin: Bêkarî gihîşt asta herî bilind
Aborî10-11-2026

Amarên ÎŞKURê kûrbûna krîzê nîşan didin: Bêkarî gihîşt asta herî bilind

Zêr ji lûtkeyê vegeriya: Ons daket asta 4 hezar û 110 dolarî
Aborî10-11-2026

Zêr ji lûtkeyê vegeriya: Ons daket asta 4 hezar û 110 dolarî

Şamaran Petroleum: Hilberîna li Etrûş û Sersingê gihîşt 52 hezar bermîlan
Aborî10-11-2026

Şamaran Petroleum: Hilberîna li Etrûş û Sersingê gihîşt 52 hezar bermîlan

Pirsên