کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêneyê temsîlî / Wêne: Arşîv

Wêneyê temsîlî / Wêne: Arşîv

Aborî

Petrola brent ber bi 100 dolarî ve diçe: Bermîlek bû 96 dolar

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

13-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran13-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazarên navneteweyî bihayê petrolê ji ber aloziyên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn careke din ber bi bilindbûnê ve çû.

Di girêbestên paşerojê yên meha Kanûna Paşîn de (meha 1emîn), bihayê bermîla petrola Brentê îro demjimêr 09:30î li gorî girtina berê ji sedî 0,47 bilind bû û gihîşt 96,27 dolaran.

Petrola brentê di roja bazirganiyê ya berê de heta 96,28 dolaran jî bilind bûbû lê ew roj bi 95,82 dolarî temam kiribû.

Di heman demê de di girêbestên meha Kanûna Pêşîn (meha 12emîn) de, bermîla petrola Teksasê (WTI) bi 88,73 dolarî hat firotin.

Aloziya li Rojhilata Navîn bandorê li bihayê petrolê dike

Di bilindbûna bihayê petrolê de şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û qelsbûna hêviyên ji bo çêbûna peymanekê di navbera Amerîka û Îranê de bibandor in.

Her wiha êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya Erebistana Siûdî û astengiyên ji ber tankeran ên li Tengava Hurmizê dilgiraniyên li ser ewlehiya veguhastina petrolê zêde dikin.

Bihayê bermîla petrola brentê ji ber van aloziyan pêr ji sedî 3,3 bilind bûbû.

Daxuyaniyên tund ên Trump ên derbarê Îranê

Daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarêÎranê jî nezelaliya li bazaran kûrtir dikin.

Trump di hevpeyvîna bi Salem News Channelê re derbarê wê pirsê ku gelo ew dê hêza leşkerî bi kar bîne da ku rê li ber gefên Îranê yên li ser hevalbend û keştiyên Amerîkayê bigire an na got: "Ez qet dudil nabim."

Trump berê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku pêdiviya wan bi peymaneke bi Îranê re nîne û gotibû:

"Pêdiviya me bi peymana bi Îranê re nîne. Ew roj derbas bûn. Me pereyên wê, bi sed milyonan dolarên wê û Tengava Hurmizê jî girtin."

Stokên petrolê yên Amerîkayê zêde bûn

Her çend bipêşketinên li Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind bikin jî zêdebûna stokên petrola xav a Amerîkayê ya li ser asta bendewariyan rê li ber zêdebûna zêdetir a bihayan digire.

Birêvebiriya Zanyariyên Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) ragihand ku stokên petrola xav a bazirganî ya wî welatî hefteya borî bi 4 milyon û 700 hezar bermîlî zêde bûne û gihîştine 414 milyon û 400 hezar bermîlan.

Li bazaran dihat payîn ku stok nêzîkî 600 hezar bermîlî kêm bibin.

Di heman demê de rezervên stratejîk ên petrolê yên ku ne di nav stokên bazirganî de ne bi 2 milyon û 600 hezar bermîlî kêm bûn û daketin 279 milyon û 500 hezar bermîlan.

Stokên benzînê yên Amerîkayê jî bi milyonek û 800 hezar bermîlî zêde bûn û gihîştin 210 milyon û 800 hezar bermîlan.

Hilberîna rojane ya petrola xav a li Amerîkayê di hefteya di navbera 31ê Çiriya Pêşîn û 6ê Çiriya Paşîn de bi 10 hezar bermîlî zêde bû û gihîşt 14 milyon û 13 hezar bermîlan.

Ji bo petrola brentê asta 96,43 dolarî wekî xala berxwedanê û asta 95,37 dolarî jî wekî xala piştevaniyê tê şopandin.

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Pirsên