کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rafîneyeke petrolê / Wêne: Rûdaw

Rafîneyeke petrolê / Wêne: Rûdaw

Aborî

Bermîla petrolê daket bin 96 dolaran

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

16-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran16-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayên petrolê îro li bazarên cîhanê daketin û pêşbîniyên li ser zêdebûna dabînkirinê bûn sedema sereke ya vê arambûnê.

Vegera hinartina petrola Rojhilata Navîn a bi rêya Tengava Hurmizê ya ber bi asta beriya şer ve û biryarên nû yên Amerîkayê yên ji bo hêsankirina veguhastina sotemeniyê ya di navbera benderên wê yên navxwe de, rê li ber erzanbûna petrolê vekir.

Di danûstandinên îro de, bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 47 sentan (ji sedî 0,49) daket û bi 95,37 dolaran hat kirîn û firotin.

Her wiha bihayê bermîleke petrola Teksasê ya Amerîkayê (WTI) 23 sentan (ji sedî 0,26) daket û gihîşt 88,33 dolaran.

Hefteya borî jî piştî kêmbûna rîskên jeopolîtîk ên şerê neh mehan ê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, her du cureyên petrolê li ser hev bi rêjeyên ji sedî 16 û ji sedî 13an daketibûn.

IEA: Dê li bazarê petrol zêde bibe

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) roja înê ragihand ku bazara cîhanî ya petrolê di çaryeka çarem a vê salê de dê vegere ser rewşa zêdebûna dabînkirinê.

Li gorî IEAyê, tevî berdewamiya êrişên li ser keştiyan jî hinartina petrolê ya ji Rojhilata Navîn ji daxwaza cîhanî gelekî bileztir zêde dibe.

Li gorî ajansê, dabînkirina petrolê di çaryeka çarem de dê rojê bigihîje 105 milyon bermîlan ku ev hejmar ji asta daxwaza pêşbînîkirî bi qasî 1,7 milyon bermîlan zêdetir e. IEAyê berê pêşbînî dikir ku kêmasiya petrolê li bazarê çêbibe.

Ajansa IEAyê her wiha eşkere kir ku heta dawiya meha sibatê 71 milyon bermîl petrola din a ji depoyên stratejîk ên welatên endam dê bikeve bazarê ku di nav de 15 milyon bermîl mazot jî heye.

Nêrîna pisporan a derbarê rewşa bazarê

Pisporên bazarên darayî yên ji saziya KCM Tradeyê Tim Waterer derbarê mijarê got:

"Ji destpêka şerê Amerîka û Îranê ve cara yekem e ku bazirgan bi awayekî pratîk li şûna kêmasiya petrolê, li ser îhtimala zêdebûna petrola li bazarê difikirin. Ev guherîna di nêrîna bazarê de bi temamî rê li ber arambûna bihayên petrolê vekir."

Waterer her wiha da zanîn ku tevî zêdebûna petrolê jî kirêya veguhastina deryayî hîn jî bilind e. Sedema vê yekê jî metirsiyên li Tengava Hurmizê û qerebalixiya keştiyan a di dema veguhestina petrolê ya di navbera keştiyan de ne. Ev rewş jî rê li ber daketina zêdetir a bihayên petrolê digire.

Li aliyê din, medyaya fermî ya Îranê ragihand ku şeva yekşemê li rojhilatê Tengava Hurmizê keştiyeke petrolê li mayîneke deryayî ketiye û şewitiye.

Ajansa Reutersê jî da zanîn ku wan nekariye vê nûçeyê ji çavkaniyên serbixwe piştrast bikin.

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Pirsên