Hewlêr (Rûdaw) - Petrol piştî ku du rojan li ser hev erzan bû îro biha bû.
Nediyariyên li ser şerê Îranê, îro arasteya bihayê petrolê berevajî kir.
Bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 81 sentan bilind bû.
Niha bermîleke petrola brent bi 105 dolar û 83 sentan tê firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 97 sentan bilind bû.
Bermîleke petrola Teksasê bi 99 dolar û 23 sentan hat firotin.
Bandora peymana Amerîka û Îranê
Piştî Serokê Amerîkayê ragihand ku Tehran û Washington ji bo peymanekê di qonaxa dawî de ne, bihayên petrolê roja çarşemê bi rêjeya ji sedî 5,6 daketin.
Lê Donald Trump her wiha gef jî li Îranê xwar.
Trump tenê “çend roj” wext daye Îranê ku ji bo peymanê bersiveke erênî bide.
