Hewlêr (Rûdaw) - Berê benderên Îranê xalên sereke yên gihiştin û veguhastina kel û pelên bazirganên Kurd bûn ji bo Herêma Kurdistanê lê guherînên siyasî û aborî ev hevkêşe berevajî kir.
Niha Hewlêr bûye navenda sereke ku otomobîl bi rêya wê diçin Îranê.
Nêzîkî mehekê ye bazirganên otomobîlan bi rêya Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Hacî Omeranê dest pê kiriye ku otomobîlan bişînin Komara Îslamî ya Îranê.
Ji bazarên Hewlêrê, ji xeynî otomobîlên Amerîkayê hemû cureyên otomobîlan ber bi Îranê ve bi rê dikevin.
"Berê me ji Îranê dianîn, niha em ji Hewlêrê dibin"
Ajokarên xetên bazirganiyê balê dikişînin ser vê guherîna mezin.
Ajokarê barhilgirê Reza Rîşgan ji Rûdawê re got:
"Berê me ji Îranê, ji Bender Lenge û Bender Ebasê bar dianî vê derê lê niha rewş berevajî bûye û em ji Hewlêrê bar dibin Îranê."
Ajokarekî din ê bi navê Mewlûd Yawerî jî got, "Em li vir otomobîlan bar dikin û dibin Herêma Azad a Makûyê.
Berê bar ji Îranê dihat vir lê niha bi temamî berevajî bûye."
Hewlêr bûye navenda nû
Li gorî agahiyên Rûdawê, dorpêçên berdewam ên Amerîkayê yên li ser Tengava Hurmizê, rêya bazirganiyê ji Îranê ber bi Siûdî û Tirkiyeyê ve guhertiye.
Vê yekê jî pêgeheke stratejîk a nû daye Herêma Kurdistanê.
Bazirganê otomobîlan Sirûd Kameran girîngiya vê tevgera bazirganiyê nîşan da û anî zimên:
"Demeke kêm e me dest pê kiriye lê em rojane otomobîlan hinardeyî Îranê dikin.
Vê gavê wisa kiriye ku rêya bazirganiyê ya herêmê derbasî Hewlêrê bibe û em dixwazin ev pêvajo didome."
Rojane 300 otomobîl...
Pêvajoya hinartina otomobîlan bi awayekî yasayî û di bin çavdêriya saziyên fermî de ye.
Bazirganê otomobîlan Hêmin Xoşnaw ji Rûdawê re got, "Em otomobîlan bi rêyên yasayî dişînin. Hemû li vir gumrik dibin û nivîsên wan ên fermî tên amadekirin.
Ji xeynî otomobîlên Amerîkayê, hemû cureyên otomobîlan diçin."
Niha rojane nêzîkî 300 otomobîlan ji Hewlêrê bar dibin û ji bo 8 herêmên azad ên bazirganiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên hinartin.
Ev yek di sektora transît û bazirganiya Herêma Kurdistanê de dibe sedema geşbûneke berbiçav.