Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa qerase ya teknolojiyê Metayê di modela xwe ya nû de guherîneke mezin kir û ji bo Facebook, Instagram û WhatsAppê abonetiyên "Plus"ê ragihandin.
Meta dixwaze bi vê gava nû lêçûnên zêde yên veberhênanên hişê çêkirî dabîn bike.
Li gorî daxuyaniya Birêvebira Berheman a Metayê Naomi Gleitê, platformên medyaya civakî êdî tenê bi dahata reklamê naqedînin.
Li gorî stratejiya nû ya Metayê bihayên aboneyiyê bi vî awayî hatin diyarkirin:
Facebook û Instagram Plus: Mehane 3,99 dolar
WhatsApp Plus: Mehane 2,99 dolar
Şirket plan dike ku di paşerojê de van hemû xizmetguzariyan di bin pakêteke bi navê "Meta One" de kom bike û pergaleke yekbûyî ya abonetiyê pêşkêşî bikarhêneran bike.
Yên ku pereyan bidin dê zêdetir werin dîtin
Bikarhênerên ku dibin aboneyê "Plus"ê, dê bibin xwediyê avantajên stratejîk ên ku di hesabên asayî de nînin.
Di nav van taybetiyan de ya herî balkêş piştgiriya gihîştinê ye. Ango parvekirinên aboneyan dê ji aliyê algorîtmayê ve bigihêjin kesên zêdetir.
Her wiha abone dê karibin xwe bigihînin amarên berfireh ên li ser kesên ku çîrokên (story) wan ducare temaşe kirine.
Ew dê karibin profîlên xwe bi temayên taybet biguherînin û xwe bigihînin pirtûkxaneya muzîkê ya taybet.
Hedef: 145 milyar dolar e
Analîst vê gava Metayê bi zêdebûna lêçûnên hişê çêkirî ve girê didin.
Tê payîn ku şirket îsal nêzîkî 145 milyar dolaran veberhênanê di binesaziya hişê çêkirî de bike. Meta bi vê rêyê dixwaze zexta veberhêneran a ji bo "dahata zêde" kêm bike.
Piştî ragihandina vê biryarê, pişkên Metayê ji sedî 3 bi qîmet bûn.
.jpg&w=3840&q=75)