Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro di roja ewil a dan û standinên vê hefteyê de daket.
Sedema daketina bihayê zêr li xurtbûna dolar û bilindbûna bihayê petrola xav vedigere.
Bihayê zêr îro bi rêjeya ji sedî 0,4an daket û ons gihîşt 4 hezar û 518 dolaran.
Ev daketin piştî wê yekê hat ku zêr roja înê gihîştibû asta herî bilind a du hefteyên dawî.
"Hevsengiya bihayê zêr têk çû"
Şîrovekarê bazarên darayî yê li şirketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê ragihand:
"Bilindbûna bihayê petrolê li gel nezelaliya peymana navbera Amerîka û Îranê, bes bûn ku di destpêka hefteyê de hevsengiya bihayê zêr têk bidin."
Trump roja înê ragihandibû ku ew dê di demeke nêzîk de li ser pêşniyara dirêjkirina agirbesta bi Îranê re biryarê bide.
Gurbûna şerê li Libnanê
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da hêzên xwe ku zêdetir bikevin nav axa Libnanê.
Bihayê petrolê jî di destpêka dan û standinên îro de zêdetirî ji sedî 2 bilind bû.
Vê yekê jî dilgiraniyên li ser enflasyonê û bilindkirina rêjeya faîzê zêde kirin.
Her çi qasî zêr wekî penageheke aram a veberhênanê ya li dijî enflasyonê tê dîtin jî di jîngeheke wekî van deman de ku rêjeya faîza bankê bilind e, wê taybetiya xwe winda dike.
Bandora şerê li Rojhilata Navîn a li ser aboriyê
Alîkara Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Michelle Bowmanê roja înê ragihand ku bandorên şerê Rojhilata Navîn ên li ser aboriyê, dikarin bibin sedema bilindbûna berdewam a enflasyonê ku dibe ku pêdivî bi siyaseteke darayî ya tundtir hebe.
Tim Waterer her wiha di wê baweriyê de ye ku "eger rewşeke guncav çêbibe, bi taybetî jî heke bihayê petrolê û dolar dakevin, şiyana zêr heye ku heta dawiya sala 2026an bigihe 5 hezar û 500 dolarî."
