Hewlêr (Rûdaw) - Dan û standinên Amerîka û Îranê û îhtimala vekirina Tengava Hurmizê bandor li bihayê petrolê kir.
Bihayê petrolê îro piraniya wan destkeftên ku di dan û standinên borî de bi dest xistibûn parast.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihand ku dan û standinên bi Îranê re didomin.
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ragihand ku Tehranê dan û standinên bi Washingtonê re rawestandine.
Bihayê petrolê
Bihayê petrola xav a brent îro 6 sentan (ji sedî 0,06) zêde bû û bihayê bermîla wê gihîşt 95,04 dolaran.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê 17 sentan daket û bihayê bermîla wê jî bû 91,99 dolar.
Bihayê petrolê roja duşemê zêdetirî ji sedî 5 zêde bûbû.
Lê piştî ku Trump ragihand, agahiya wî nîne ku Îranê dan û standinên bi Washingtonê re sekinandibin, bihayê petrolê hinekî daket.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku Îsraîl razî bûye wan hêzan vekişîne ku amadehiya êrişê li başûrê Libnanê dikin.
Trump: Dan û standin didomin
Lê Donald Trump di hevpeyvîneke din a bi CNBCyê re doh ragihand ku ew guh nade dan û standinên bi Îranê re bi dawî bibin.
Trump demeke kurt piştî wê, di posteke medyaya civakî de ragihand ku dan û standinên bi Îranê re didomin.
Trump ji ABC Newsê re jî ragihand ku ew pêşbînî dike ku hefteya bê peymanek ji bo dirêjkirina agirbestê û vekirina Tengava Hurmizê bê îmzekirin.
Çavê bazaran li Tengava Hurmizê ye
Analîstê bazarên darayî yê şirketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê yekê axivî û got:
"Niha bala bazarê li ser wê yekê ye ka di dan û standinên Amerîka û Îranê de ti bipêşketin yan jî bipaşveçûn berbiçav hene yan na.
Bazirgan bi girîngî li naveroka daxuyaniyên her du aliyan dinêrin. Bi taybetî gefên Îranê yên li ser Tengava Hurmizê û tevgera rasteqîn a keştiyên petrolê yên li Tengava Hurmizê ji bo wan gelekî girîng in."
Analîstê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da û got:
“Li gel berdewamiya nûçeyên bilez ên ku ji Rojhilata Navîn tên, bihayê petrolê dê ne aram bimîne heta ku nîşaneyên zelaltir ên li ser bipêşketina ber bi peymana aştiyê ve derkevin."
_(1).webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

