Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li ser şewba Ebolayê ya ku li Komara Demokratîk a Kongoyê belav bûye daxuyaniyeke dilgiran da.
Rayedarên WHOyê diyar kir ku hejmara pêketiyan zêde dibe û di kontrolkirina şewbê de zehmetiyên cidî hene.
Birêvebirê Operasyonên Hişyarî û Midaxeleya Rewşên Bilez ên Tenduristiyê yên WHOyê Abdirahman Mahamud beşdarî civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bû û rewşa dawî ya li ser şewba Ebolayê ya li Kongo û Ugandayê nirxand.
Mahamud da zanîn ku şewba Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê belav dibe û 3 hefteyan zêdetir e rê li ber nehatiye girtin.
Wî got ku ew di 15 rojên dawî de li herêma Buniayê bûye û şahidiya xebatên midaxeleyê yên berfireh kiriye.
Mahamud eşkere kir ku heta 8ê Hezîranê li Kongoyê 550 pêketiyên Ebolayê hatine tesbîtkirin, ji ber şewbê 101 kes mirine û 19 kes jî baş bûne.
Mahamud diyar kir ku piraniya pêketiyan li eyaleta Ituriyê ya li rojhilatê Kongoyê hatine dîtin û ji sedî 94ê pêketiyan li vê herêmê hatine tomarkirin.
Mahamud destnîşan kir ku zêdebûna hejmara pêketiyan ji ber berfirehkirina xebatên test û şopandina kesên ku temas kirine lê tevî vê yekê jî di kontrolkirina şewbê de li paş mane û got:
“Ev bipêşketin ji aliyekî ve erênî ye çimkî em dikarin zêdetir pêketiyan tesbît bikin lê belê em li paş xeta kontrola şewbê ne û em hîn jî bi gelek zehmetiyan re rûbirû ne.”
Wî her wiha ragihand ku nêzîkî 100 pêketiyên gumanbar jî tên lêkolînkirin.
Li Ugandayê belavbûna civakî nehatiye tesbîtkirin
Mahamud qala rewşa Ugandayê jî kir û got ku li wir heta niha 19 pêketî, 2 mirin û mirineke îhtimal hatine tomarkirin.
Mahamud diyar kir ku ti nîşane nînin ku vîrus di nav civakê de bi berfirehî belav bûbe û anî ziman ku WHO hem li Kongoyê û hem jî li Ugandayê piştgiriyê dide desthilatên tenduristiyê yên xwecihî.
Şewb meha Gulanê hatibû ragihandin
Piştî ku li eyaleta Ituriyê ya li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê bi sedan pêketiyên gumanbar û bi dehan mirin hatin ragihandin, 15ê Gulanê şewba Ebolayê hatibû ragihandin.
WHOyê jî 17ê Gulanê ji ber şewba Ebolayê ya ku ji nû ve derketibû holê, biryara rewşa bilez a tenduristiya gel a navneteweyî dabû.
Li gorî rayedarên tenduristiyê, şewba niha ji vîrusa Bundibugyoyê pêk tê ku yek ji varyantên kêmpeyda yên Ebolayê ye.
Ji bo vê varyantê ti rêbazên tedawiyê yan jî dermanên pesendkirî nînin.
Rayedar diyar dikin ku di şewbê de hejmara giştî ya pêketiyan sînorê hezarî derbas kiriye.



.jpg&w=3840&q=75)