Hewlêr (Rûdaw) - Rumeysa Gelgiya ku bi bejna xwe ya 2 metre 16 santîmetreyan wekî jina herî dirêj a zindî ya cîhanê ketiye nav Pirtûka Rekoran a Guinnessê, ji aliyê fîzyoterapîstekî Kurd ê ji parêzgeha Dihokê ve tê dermankirin.
Bijîşkê fîzyoterapiyê yê Rumeysayê Dr. Rojhat Hacî xelkê bajarokê Sersinkê yê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ye.
Rojhat Hacî ku xwendina xwe ya zanîngehê li Tirkiyeyê temam kiriye, ev demeke dirêj e li bajarê Karabukê çareseriya fîzyoterapiyê ji bo Rumeysa Gelgiyê dike.
Nexweşiyeke genetîkî ya kêmpeyda
Rumeysa Gelgî 1ê Kanûna Paşîn a 1997an li bajarê Karabukê yê Tirkiyeyê ji dayîk bûye û bipêşvebirê malperan (web developer) dixebite.
Dirêjahiya bejna Gelgiyê 2 metre û 16 santîmetre ye û ev rekora wê 23yê Gulana 2021ê ji aliyê Rêxistina Rekoran a Cîhanê ya Guinnessê ve bi awayekî fermî hat pejirandin.
Sedema dirêjbûna awarte ya bejna wê Sendroma Weaverê ye ku nexweşiyeke kêmpeyda ya genetîkî ye û dibe sedema mezinbûna bilez a laş.
Ji ber vê nexweşiyê divê Gelgî her hefte bi rêk û pêk biçe cem bijîşkê fîzyoterapiyê û rahênanan bike da ku şiyana livînê û hêza hestiyên xwe biparêze.
Çîroka serkeftina Dr. Rojhat
Dr. Rojhat Hacî bû mêhvanê bultena Rûdawê û çîroka xwe ya ji Sersinkê heta bi dermankirina dirêjtirîn jina cîhanê parve kir.
Rojhat Hacî xwendina xwe ya seretayî, navendî û lîseyê li devera Amêdî û Dihokê qedandiye û pişt re ji bo xwendina beşa fîzyoterapiyê çûye Zanîngeha Karabukê ya Tirkiyeyê.
Hacî da zanîn ku ji destpêkê ve armanca wî ew bûye ku di warê bijîşkiyê de bibe xwedî pisporiyeke bilind û got:
"Min li Kurdistanê di lîseyê de xwend lê ji ber ku li devera me dibistanên êvaran tune bûn, ez neçar mam biçim navenda Dihokê.
Pişt re ez ji bo zanîngehê hatim Tirkiyeyê. Min di demeke kurt de zimanê Tirkî fêr bûm û bawernameya C1 wergirt û yekser dest bi xwendina beşa fîzyoterapiyê kir."
Hevdîtina bi Rumeysa Gelgiyê re
Dr. Rojhat li ser çawaniya nasîna xwe ya bi Rumeysa Gelgiyê re anî zimên ku ew di dema rahênana nexweşxaneyê de bi rêya tîmeke televîzyonê ya Amerîkî rastî wê hatiye:
"Dema ez li nexweşxaneyê di qonaxa rahênanê de bûm, tîma kanala TLCyê ya Amerîkî hatibû nexweşxaneyê da ku li ser Rumeysayê belgefîlmekê çêbikin.
Pêdiviya wan bi kesekî hebû ku bi Îngilîzî baş bizanibe da ku pêwendiyê deyne. Ji ber ku asta min a zimanê Îngilîzî baş bû, min bêyî wergêr bi wan re hevahengî kir.
Pişt re min dest bi çareseriya Rumeysayê kir û heta niha jî pêvajoya dermankirina wê bi rêk û pêk berdewam dike."
"Armanca min xizmetkirina Kurdistanê ye"
Dr. Rojhat Hacî tevî zaravayên Kurmancî û Soranî yên zimanê Kurdî, zimanên Tirkî û Îngilîzî jî bi awayekî profesyonel dizane.
Ew li gel xebata xwe ya li saziyeke taybet, serdana nexweşên temenmezin jî dike û wekî bijîşkê çareseriya xwezayî bi çendîn lîstikvanên futbolê re jî dixebite.
Hacî destnîşan kir ku armanca wî ya sereke vegera ji bo welêt e û wiha pê de çû:
"Armanca min ew e ku ez li vir xwe di warê pîşeyî de bêhtir bi pêş bixim, ezmûnên nû bi dest bixim û pişt re vegerim Başûrê Kurdistanê û xizmeta xelkê xwe bikim."


