Hewlêr (Rûdaw) - Di encama tecrubeyên klînîkî yên navneteweyî de dermanekî nû yê bi navê "amivantamab" hat dîtin.
Ev derman tumorên wan nexweşên penceşêrê ku bersiv nedane dermanên din, bilez biçûk dike û heta bi temamî ji holê radike.
Di şerê li dijî penceşêrê de gaveke şoreşgerî hat avêtin.
Li 11 welatan lêkolînên berfireh hatin kirin.
Di van lêkolînan de hat dîtin ku derziya nû ya penceşêrê ya sêalî, li ser nexweşên giran encamên mucîzeyî dide.
Tumora 15 nexweşan bi temamî heliya
Penceşêra ser û stûyê li cîhanê di rêza şeşemîn de ye û gelekî berbelav e.
Li ser 102 nexweşên vê penceşêrê ezmûn hatin kirin û ji sedî 40ê nexweşan bersiveke erênî da vî dermanî.
Ev nexweş li hemberî kemoterapî û radyoterapiyê berxwedêr bûn.
Tumorên 28 nexweşan bi awayekî berbiçav biçûk bûn.
Her wiha tumorên 15 nexweşan jî bi temamî heliyan û winda bûn.
Pisporan ev guherîna ku tenê di nava çend hefteyan de çêbûye wekî "mucîze" bi nav kir.
Dorpêça sêalî: Derfeta revê nîne
Ev derman ji aliyê şirketa Johnson & Johnsonê ve hatiye bipêşxistin.
Serkeftina wî dermanî di êrişa wî ya sêalî de veşartî ye.
Bipêşketinê radiwestîne: Derman, proteîna EGFRyê ku timoran mezin dike dike hedef û pêşiya belavbûna wê digire.
Rêya revê digire: Rêya METê ku hucreyên penceşêrê ji bo reva ji derman bi kar tînin, digire û bloke dike.
Pergala parastinê xurt dike: Pergala parastinê ya laş seferber dike û wiha dike ku laş rasterast êrişî timorê bike.
“Me berê ti carî bersiveke wiha nedîtibû”
Prof. Dr. Kevin Harringtonê ji Enstîtuya Lêkolînên Penceşêrê (ICR) ya Londonê li ser derman axivî.
Wî bal kişand ser encamên derman û diyar kir ku dibe ev yek di tibê de bibe destpêkeke nû û got:
"Me berê ti carî bersiveke wiha xurt û bilez nedîtibû."
Ji bo cureyên din ên penceşêrê çirûskeke hêviyê ye
Ev rêbaza tedawiyê niha di 60 tecrubeyên klînîkî yên cihê de tê ceribandin.
Ew dê tenê ji bo penceşêra ser û stûyê sînordar nemîne.
Bandora derziyê li ser penceşêrên wekî pişik, rûvî, mîde û mejiyê jî tê vekolîn.
Cîhana zanistê pêşbînî dike ku eger ev derman were pesendkirin, dê bibe pêngaveke mezin.
Bi vî dermanî re penceşêr dê bibe nexweşiyeke kronîk û tê dermankirin û dê astengiya herî mezin a li pêşiya dermankirinê rabe.
