Balyozê Fînlandayê yê Îraqê ragihand ku plana welatê wan a vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê nîne lê tekez kir ku ev yek nabe rêgir li ber pêwendiyên wan ên li gel Herêma Kurdistanê.
Balyozê Fînlandayê li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî da zanîn ku nêzîkî 2 salan bi ser hilbijartinan re derbas bûne û pêwîst e parlamento were çalakkirin û hikûmet bê avakirin.
Balyozê Fînlandayê yê Îraqê Antti Putkonen di hevpeyvîneke taybet a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re de bal kişand ser pêwendiyên welatê xwe yên bi Herêma Kurdistanê re, mijara ewlehiyê, koçberan û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Antti Putkonen li ser vekirina konsulxaneya welatê xwe ya li Herêma Kurdistanê wekî piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê got:
"Niha ti planên me nînin ji bo vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê lê em bi berdewamî serdana Hewlêr û Silêmaniyê dikin.
Nebûna konsulxaneyê nabe rêgir li ber pêwendiyên me yên dualî yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û her tim ji aliyê berpirs û gelê Kurd ve pêşwaziyeke germ li me hatiye kirin."
Balyozê Fînlandayê li ser pêvajoya siyasî û derengketina avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek da aliyên siyasî û anî zimên:
"Hilbijartinên li vir nêzîkî du sal berê hatin lidarxistin. Di her pêvajoya demokratîk de divê di dema guncav de gavên dawî ji bo çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê bên avêtin.
Loma em hêvîdar in gavên baş ber bi pêş ve bên avêtin ji bo gihîştina bi vê armancê."
Hevpeyvîna bi Balyozê Fînlandayê yê Îraqê Antti Putkonen re:
Rûdaw: Temaşevanên hêja yên Rûdawê, ez Nima Nebez im. Em li vir in di hevpeyvîneke taybet de li gel birêz Antti Putkonen, Balyozê Fînlandayê yê Îraqê. Gelek mijar hene ku em li ser wan biaxivin; pirsa vekişîna Hevpeymanan ku Fînlanda beşeke sereke bû tê de, berdewamiya pêwendiyan piştî vê qonaxê li Îraq û Herêma Kurdistanê, her wiha pirsa koçberan û ka dê di dawiyê de konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin yan na. Gelekî spas ku tu bi me re yî, em kêfxweş in.
Antti Putkonen: Spas ji bo vexwendina we. Kêfxweş im ku li vir im.
Rûdaw: Werin em bi behskirina pêwendiyên dualî yên di navbera Fînlanda û Îraqê de, bi taybetî jî Herêma Kurdistanê dest pê bikin. Niha hûn karê herî pêşîn ê Fînlandayê li ku dibînin, bi taybetî ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve, bi awayekî diyarkirî jî li Herêma Kurdistana Îraqê? Karên we yên pêşîn li vir çi ne?
Antti Putkonen: Wekî her şandeyeke dîplomatîk a din, bê guman karê me yê sereke û pêşîn parastin û xurtkirina pêwendiyên dualî ye bi hikûmeta mazûvan re. Di vê rewşê de jî, ev hikûmeta federal a li Bexdayê û Hikûmeta Herêmê ya li Hewlêrê li xwe digire. Ev yek tê wê wateyê ku ez hewl didim bi berdewamî li gel berpirsên hikûmetê çi li Bexdayê çi jî li vir li Herêma Kurdistanê bicivim û li ser rê û awayên bihêzkirin, curbicurkirin û bipêşxistina zêdetir a pêwendiyên dualî yên navbera Fînlanda û Îraqê gotûbêj bikim. Bê guman karê herî pêşîn di vê demê de piştevankirin, an em bibêjin sûdwergirtin e ji wê asayîş û aramiya ku zêdetir bûye ji bo bipêşxistina pêwendiyên bazirganiyê jî. Em hêvîdar in ev rêbaza baş berdewam bike û di paşerojê de em şirket û bazirganiyên zêdetir ên Fînlandî bibînin ku li bazara Îraqê çalak bin, ev jî bê guman Herêma Kurdistanê li xwe digire.
Rûdaw: Baş e. Li Dîdara MERÎyê me guh da gotara berpirsên Îraqê û her wiha Serokê Herêma Kurdistanê. Em dixwazin bizanin, wekî ku hûn li vir beşek bûn ji hêzên hevpeymanan ên li dijî DAIŞê ji bo parastina Îraq û Herêma Kurdistanê û alîkariya wan ji bo ku li dijî DAIŞê xwe biparêzin, gelo hûn niha di wê baweriyê de ne ku di vê qonaxê de hêzên navxweyî, çi artêşa Îraqê û çi jî hêzên Pêşmergeyan, xwedî wê şiyanê ne ku xwe li hemberî wan gefên derve biparêzin?
Antti Putkonen: Belê. Wekî te bi awayekî dirust amaje pê kir, Fînlanda ji bo maweyê 10 salan, nêzîkî 10 salan beşek bû ji hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê. Hêza me li vir li Hewlêrê bi cih bûbû û li seranserê wan salan di gelek qonaxên operasyonê de beşdar bû. Piştre em vekişiyan; beşdariya me ya di operasyonê de Kanûna Pêşîn a 2024an bi dawî bû. Niha jî em di qonaxekê de ne ku tevahiya operasyonê li ser axa Îraqê bi dawî bûye. Sala borî li ser şiyana parastin û têkbirina terorê ya li nav Îraqê, çi li Bexdayê çi jî li gel Pêşmergeyan nirxandinek ji bo hêzên çekdar ên Îraqê hat kirin û wê nirxandinê nîşan da ku ew şiyan heye. Operasyona hevpeymanan karî rahênanê bike û di bipêşxistina şiyanan de alîkar be, çi ji bo hêzên ewlehiyê yên Îraqê çi jî ji bo Pêşmergeyan. Ez di wê baweriyê de me ku niha şiyana wan heye ku bi şêweyekî bihêztir û serbixwetir asayîş û selamatiya xelkê li vir biparêzin, Herêma Kurdistanê jî di nav de. Pêwîst e em hişyar bin û amade bin ji bo rû bi rû bûna her terorekê ku dibe serî hilde, loma bê guman ew kar hîn jî berdewam e. Hevpeyman vekişiyan lê bê guman şirîkatî berdewam in; gelek welat berdewam in di pêşkêşkirina piştgiriya xwe ya dualî de di sektora ewlehî û parastinê de.
Rûdaw: Eger em bi awayekî diyarkirî behsa Fînlandayê bikin, çi cure pêbendbûn û berpirsiyariyek li ber çavê we heye ku di paşerojê de pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan bikin? Dê çi cure hevkariyek be, gelo dê şêwirmendî be yan çi cure.
Antti Putkonen: Niha bala me li ser Şandeya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê ye ku bingeha wan jî li vir li Hewlêrê ye û şêwirmendên wan ên polîsan hene. Ev xebata me ye ji bo beşdarbûna di parastina ewlehiyê û avakirin û bipêşxistina zêdetir a şiyana hêzên ewlehiyê de li nav Îraqê û her wiha li vir li Herêma Kurdistanê jî. Şêwirmendên me yên Fînlandî hene ku çalak in û wekî şêwirmend di Şandeya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê de dixebitin.
Rûdaw: Baş e, di heman demê de Fînlanda endama NATOyê ye jî.
Antti Putkonen: Rast e.
Rûdaw: Wekî NATO, bi ya we divê hevpeymaniya NATOyê çawa zêdetir dan û standin û hevahengiyê li gel welatên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Îraq û Herêma Kurdistanê bike, wekî aktorekî nava hevpeymaniyê?
Antti Putkonen: Ev pirseke gelekî di cih de ye. Şandeya NATOyê ya li Îraqê hîn jî bi rêya pêşkêşkirina şêwirmendî û avakirina şiyanan, piştgiriya saziyên ewlehî û parastinê yên Îraqê, Wezareta Parastinê û her wiha Wezareta Karên Navxwe ya li Bexdayê didomîne. Niha ew ji Napoliyê dixebitin û li Bexdayê amadebûna wan nîne lê em hêvîdar in derfet çêbibe ku Şandeya NATOyê ya li Îraqê vegere Îraqê da ku xebatên xwe yên şêwirmendiyê bidomîne. Her wiha di nav Şandeya NATOyê de jî şêwirmend û leşkerên me yên Fînlandî hene ku xizmetên şêwirmendiyê pêşkêş dikin. Wate em dê li ser piştgirîkirina sektora ewlehiyê ya li Îraqê berdewam bin, tevî Herêma Kurdistanê lê bi qebareyeke biçûktir li gorî dema borî ku hêza me li vir di bingeha hevpeymanan de hebû.
Rûdaw: Baş e, welatê we çi qasî dilgiran e li ser komên çekdar ên li derveyî kontrola dewletê yên li Îraqê? Hûn çawa piştgiriyê didin Hikûmeta Îraqê da ku vê rêyê bigire ber xwe û wan koman çekdar bike? Hûn çi alîkarî û piştgiriyekê pêşkêşî wan dikin? Û heta niha hûn çawa li vê pêvajoyê dinêrin? Wekî tê zanîn dema dawî ji bo sala bê hat paşxistin.
Antti Putkonen: Pêvajo gelekî girîng e. Di rastiyê de min îro berê di wî panela ku ez tê de beşdar bûm de jî ev babet anî ziman û bê guman em hemû piştgiriyê pêşkêş dikin. Piştgiriya me ji bo Hikûmeta Îraqê dîplomatîk û siyasî ye di dema ku hewl didin wan koman bêçek bikin û çekan bixin bin kontrola saziyên ewlehiyê yên dewletê. Ev ji bo her welatekî serwer gaveke gelekî girîng e ku tenê ew bi xwe berpirsiyariya hilgirtina çekên bi vî rengî bigire stûyê xwe. Em bi rastî piştgiriya vê pêvajoyê dikin ku hikûmetê dest pê kiriye. Em fêm dikin ku bê guman pêvajo niha dê çend mehan bikişîne lê encam jî pêwîst in. Encam pêwîst in ji bo ku di dawiyê de, dema di havîna bê de em nêzîkî dema diyarkirî bibin, em hêvîdar in di wê rewşê de bin ku piraniya koman çekên xwe yên giran radestî saziyên ewlehiyê yên dewletê kiribin.
Rûdaw: Diyasporayeke Kurdan li Fînlandayê û bi giştî li welatên Skandînavyayê heye. Niha hikûmet çawa miameleyê bi daxwazên mafê penaberiyê û koçberiyê re dike? Ji bo piştrastbûna ji selamatiya koçberan çi cure hevahengiyeke we bi Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê re heye, her wiha ev pêvajo bi dîtina we çawa ye?
Antti Putkonen: Diyasporayeke berbiçav li Fînlandayê heye û li seranserê salan gelek kesan koçî Fînlandayê kiriye û hinek ji wan jî bûne welatiyên Fînlandî. Lê ji aliyê yasayî ve destûr nayê dayîn ku hemû li Fînlandayê bimînin û niha bê guman dosyeya koçberî û vegerê beşek e ji pêwendiyên me yên dualî yên li gel Îraqê ku bê guman ev Herêma Kurdistanê jî li xwe digire. Ji ber vê em berdewam in di gotûbêjan de; hevahengiyeke me ya baş bi berpirsên Îraqê re heye dema ku babet pêwendîdarî handana vegera bi dilxwazî be ji bo kesên ku mafê mana yasayî li Fînlandayê nîne lê di heman demê de dersînorkirin jî heye ji bo wan kesên ku tawan kirine û hwd. Di rastiyê de ew hevahengî gelekî baş bi rê ve diçe. Koçberî ne pirsek e ku tenê bandorê li vê herêmê bike, belkî bandorê li Ewropayê jî dike. Ez heta radeyekê wan ciwanên ku dibe hizr di dîtina bextekî baştir de li Ewropayê dikin han didim ku bi rastî xewnên xwe li vir li Kurdistanê ava bikin û bihêz bikin. Bi baweriya min Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî jî di axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir, ku pêwîst e ciwan li vir li Îraqê û ji bo sûda Kurdistanê li pey xewnên xwe biçin.
Rûdaw: Ji bilî rola giran a ewlehî, leşkerî û şêwirmendiyê ya ku heye, di kîjan sektora din de, wekî mînak aborî, perwerde yan biyavên din hûn dixwazin zêdetir li Îraqê û bi taybetî jî li Herêma Kurdistanê bixebitin, û wekî mînak pêwendiyên çandî yên navbera her du civakan bihêz bikin?
Antti Putkonen: Ev pirseke gelekî berfireh e. Gelek tişt hene ku di vê çarçoveyê de werin gotin lê bi piştrastî em hêvîdar in ku wekî min amaje pê kir, pêwendiyên bazirganî û aborî bi pêş bixin, bi awayekî ku şirketên zêdetir ên Fînlandî werin nav bazarê û kel û pel û xizmetên xwe pêşkêşî xerîdarên li vir jî bikin. Bê guman ji vî alî ve diyasporaya Kurd jî girîng e; ew agahiyên xwe yên li ser rewşa navxweyî û şarezayiya ziman û çanda xwe dixin xizmeta şirketên Fînlandî. Heta hinek ji wan di rastiyê de vegeriyane da ku kar û bazirganiya xwe ya taybet li vir ava bikin, loma ez difikirim beşek ji xebata me piştgirîkirina wan e jî. Lê belê, bê guman pêwendiyên çandî û em bibêjin pêwendiyên dîplomasiya nerm hîn jî pêwîst in. Fînlanda wekî bextewertirîn welatê cîhanê tê naskirin û em hêvîdar in di paşerojê de jî em vê pêgehê biparêzin. Em dikarin gelek mînak û tecrubeyên xwe yên di warê perwerdeyê de, her wiha di teknolojiya zanyariyan, dîjîtalkirin, jîngeha paqij, birêvebirina bermahiyan û hilberîna enerjiyê de veguhêzin. Ji ber vê yekê gelek qad hene ku ez bawer dikim Fînlanda dikare tê de çalak be û ev yek her tim hemû Îraqê li xwe digire. Ez bawer dikim em hêvîdar in bi pêşketina zêdetir a ewlehî û aramiyê, ev cure pêwendî di navbera her du welatan de zêdetir bibin.
Rûdaw: Nûnertiyeke we ya dîplomatîk a bihêz li Îraq û Herêma Kurdistanê heye. Hûn çawa li nakokiyên niha dinêrin, ew nakokiyên berdewam ên di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser dahata petrolê, mûçeyan û gotûbêjên din ku her tim di navbera her du hikûmetan de didomin? Xwendina we ji bo vê yekê çi ye?
Antti Putkonen: Wekî şandeyeke dîplomatîk, bê guman em çavdêr in; em çavdêriya rûdan û pêşhatên her welatekî dikin ku em lê ne. Bê guman wekî balyozekî jî, ez hewl didim bi aliyên cuda re çi li Bexdayê û çi jî li vir li Herêma Kurdistanê bicivim. Dibe ku ez tenê bi vî awayî karibim nêrîna xwe li ser vê mijarê bînim ziman ku bê guman em handana berdewamiya diyalogê didin. Ez tê digihîjim ku lihevkirinek heye ji bo hewldan û gihîştina bi çareseriyê û yeklîkirina pirsgirêk û astengiyên hilawîstî, çi ji bo Herêmê û çi jî ji bo pêkhateya federalî, heta heke pêwendiya wê bi şêwaza şîrovekirina destûrê ve jî hebe. Ji ber vê yekê ev pirsgirêk in ku biryara li ser wan ji bo aktor û siyasetmedarên Îraqî dimîne lê wekî şandeyên dîplomatîk, bê guman em wan han didin ku di diyalogê de berdewam bin û ji bo çareserkirina wan bigihîjin hevtêgihiştin û lihevkirinekê.
Rûdaw: Li ser bandorên bermahiyên DAIŞê yên li ser vî welatî, Herêma Kurdistanê û her wiha li ser Ewropayê jî; ez difikirim vê dawiyê we yek ji welatiyên xwe yên ciwan wergirt ku berê pêwendiya wî bi DAIŞê re hebû. Gelo plana we heye ku hûn van cure projeyan cîbicî bikin an bêtir bi pêş bixin? Yan ev pêvajo ber bi kû ve diçe?
Antti Putkonen: Fînlanda yek ji wan kêm welatan e ku beriya çend salan biryar da bi rengekî çalak hewl bide alîkariya zarokên Fînlandî yên li nav kampên bakurê rojhilatê Sûriyeyê bike û hejmareke zêde ji wan û dayîkên wan me vegerandin Fînlandayê. Belê, heta îsal jî kesek hebû ku wekî ciwanek ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê hat veguhastin bo Bexdayê. Li vir divê ez vê jî bibêjim ku ew kes dema ku biribûn bakurê rojhilatê Sûriyeyê zarokekî pir biçûk bû, ji ber wê erk li ser milê me bû. Ti tohmeteke tawanê arasteyî wî nehat kirin, loma me karî wî vegerînin Fînlandayê. Niha ev bûye bersiv û awayê tevgeryana me ya bi gefa DAIŞê û bandorên wê qonaxê re, û di pêvajoya vegerandina welatiyên xwe de em heta radeyeke baş çalak bûne.
Rûdaw: Li ser tiştekî ku berê te behsa wê kir, te got tu hêvîdar î tîma NATOyê bibînî ku vegere Bexda û Îraqê. Bi awayekî diyarkirî dê kengî be, yan gelo ti ramaneke te li ser dema wê heye yan na, yan hûn di wê baweriyê de ne ku divê çi şert pêk bên da ku tîma NATOyê vegere Bexdayê?
Antti Putkonen: Bi ya min bê guman Şandeya NATOyê ya li Îraqê li ser vexwendina Hikûmeta Îraqê dixebite. Ev yek jî dimîne ser baregeha sereke ya NATOyê û berpirsên ewlehiyê yên Îraqê ku demek guncav ji bo vegera wê şandeyê diyar bikin. Bê guman em hêvîdar in ku ev di demeke nêzîk de pêk bê lê niha ti hûrgilî li ser vegera Şandeya NATOyê ya ji bo Bexdayê li ber destan nînin.
Rûdaw: Li ser pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wekî nûnerê dîplomatîk ê Fînlandayê yê Îraqê, tu çi peyamê didî aliyên Kurdî?
Antti Putkonen: Dîsa ez li vir çavdêrê pêvajoyên siyasî yên vî welatî me û bê guman ev babeta ku dema ez li gel wan dicivim em gotûbêjê li ser dikin, lê hewce ye tenê vê bibêjim ku hilbijartinên li vir nêzîkî du sal berê hatin kirin û di her pêvajoya demokratîk de divê pêvajo di dema xwe ya guncav de gavên dawî bavêje ji aliyê çalakkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê ve. Loma em hêvîdar in gavên baş ber bi pêş ve bên avêtin ji bo gihîştina bi vê armancê. Birêveçûna hilbijartinan û piştre civîna parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê beşek in ji pêvajoya demokrasiyê, ji ber vê bila em hêvîdar bin ew pêvajo bi pêş ve biçe.
Rûdaw: Gelo plana we heye ku konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin?
Antti Putkonen: Ev pirs gelek caran ji min tê pirsîn. Her car ku ez serdana Hewlêrê dikim ev pirs ji min tê kirin û pirseke xwezayî ye jî. Gelek ji welatên Yekîtiya Ewropayê Konsulxaneya Giştî ya wan li vir li Hewlêrê heye. Niha ti planeke me ya vekirina konsulxaneyê nîne. Em di serdanên xwe yên ji bo vir de çalak in, çi li vir li Hewlêrê û çi jî li Silêmaniyê, û em hêvîdar in ev rêya me be ji bo nîşandana ku em dixwazin li vir amade bin û hebûna xwe biselmînin; heke hin xizmetguzarî jî ji me re pêwîst bin, em her tim li Bexdayê jî ji bo pêşwazîkirina serdanvanan amade ne.
Rûdaw: Ev tê çi wateyê ku konsulxaneya we nîne, wateya wê ji bo pêwendiyên we yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka li vir re çi ye? Gelo hûn difikirin ku tevî ku konsulxane an nûnertiyeke we ya fermî li Kurdistanê nîne, hîn jî pêwendiyeke we ya baş û nêzîk heye?
Antti Putkonen: Ez balyozê hemû Îraqê me tevî Herêma Kurdistanê, her tim pêşwaziyeke gelekî germ li min hatiye kirin, çi ji aliyê berpirsên hikûmetê yên li vir û çi jî ji aliyê gelê Kurd ve; pêşwazî û mêvandostî her tim gelekî germ e. Ji ber vê nexêr, ez bawer nakim ev bibe rêgir li ber pêwendiyên me yên dualî yan pêwendiya me ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re. Berevajî vê, em dixwazin bi awayekî çalak li vir bin, em dixwazin beşdar bin û heta ku gengaz be zû bi zû li vir bin ji bo guhdarîkirina li karûbar û pêşhatên niha yên Kurdistanê.
Rûdaw: Birêz Antti Putkonen, gelekî spas ji bo dema te. Spas ji bo vê hevpeyvînê, em bi qedr dizanin.
Antti Putkonen: Gelekî spas. Ez kêfxweş bûm ku li vir bûm.


