Serokê Ragihandinê yê Deriyên Sînorî yên Sûriyeyê Muşîr Remah ji Rûdawê re ragihand ku vekirina deriyê sînorî yê Rebîeyê (Til Koçer) ya piştî 13 salan, nîşaneya vegera çalakiya aborî ye.
Muşîr Remah diyar kir ku di navbera Sûriye û Îraqê de dest bi liv û tevgereke mezin a bazirganî û transîtê hatiye kirin.
Serokê Ragihandinê yê Deriyên Sînorî yên Sûriyeyê Muşîr bû mêvanê Rûdawê û pirsên Cefer Mubeşirniya bersivandin.
Remah li ser girîngiya deriyê sînorî yê Rebîeyê û pêşhatên nû yên bazirganiyê daxuyaniyên girîng dan.
Muşîr Remah destnîşan kir ku deriyê Rebîeyê xaleke stratejîk û girêdaneke lojîstîk e û ew derî ne tenê Sûriye û Îraqê bi hev ve girêdide, her wiha digihêje welatên Kendav, Tirkiye û Ewropayê jî.
Remah anî ziman ku vebûna vî deriyî ya meha borî, vejandina aboriyê û çûn û hatina rêwiyan nîşan dide.
Tevgera bazirganî û transîtê
Remah li ser qebareya bazirganiyê eşkere kir ku ew niha di qonaxa nirxandinê de ne û da zanîn ku di nava mehekê de tevgereke birêxistinkirî dest pê kiriye.
Gelek kel û pel di navbera her du welatan de tên hawirdekirin û hinardekirin.
Wî her wiha wî bal kişand ser tevgera transîtê û got ku sotemeniya Îraqê di deriyên Tenef û Til Koçerê re derbasî benderên petrolê dibe.
Wî mînakek da û got ku doh karwanekî transîtê ji Tirkiyeyê di nav axa Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûye.
Hawirdekirina kel û pelan
Remah li ser berhemên ku Sûriye ji Îraqê hawirde dike diyar kir ku çîmento, berhemên çandiniyê, cam, hesin û keresteyên avasaziyê di rêza yekem de ne.
Her wiha sotemeniya Îraqê jî ji bo Sûriyeyê tê hinardekirin.
Hevahengiya ewlehiyê û nûkirina binesaziyê
Serokê Ragihandinê yê Deriyên Sînorî yên Sûriyeyê Muşîr Remah li ser mijara ewlehiyê destnîşan kir ku pêwendî û dan û standin di navbera her du welatan de didomin.
Wî tekez kir ku aramiya sînoran ji bo rûbirûbûna qaçaxçîtiyê û parastina bazirganiyê gelekî girîng e.
Remah da zanîn ku çalakkirina deriyê Til Koçerê encama vê hevahengiya bilind a di navbera desteyên gumrikê yên Sûriye û Îraqê de ye.
Muşîr Remah di dawiya axaftina xwe de qala nûkirina binesaziya deriyên sînorî kir û eşkere kir ku piştî rizgarkirina derêyan ji destê desthilata Beşar Esed wan binesaziyeke wêran wergirtiye.
Niha ew dixebitin da ku zerer û ziyanên derêyan çareser bikin û anî ziman ku pergalên elektronîkî tên danîn û rê û meydanên deriyên wekî Til Koçer, Tenef û Bûkemalê tên nûkirin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokê Ragihandinê yê Deriyên Sînorî yên Sûriyeyê Muşîr Remah re:
Rûdaw: Serokê Ragihandinê yê Deriyên Sînorî yên Sûriyeyê Muşîr Remah ji Şamê bi me re ye. Birêz Muşîr, dembaş. Girîngiya deriyê sînorî yê Rebîeyê ji bo Sûriyeyê çi ye?
Muşîr Remah: Spas ji bo te, silav ji bo te û ji bo hemû bînerên we. Deriyê Rebîeyê yê di navbera Sûriye û Îraqê de xaleke stratejîk e ku pir girîng e ji bo me. Ne tenê ji ber ku derwazeyeke sînorî ye, ji ber ku ew xaleke girêdanê ya aborî û lojîstîk e di navbera Sûriye û Îraqê de. Her wiha bi welatên Kendavê re, heta ku digihîje Tirkiyeyê û Ewropayê. Vebûna vî deriyê sînorî di meha borî de, piştî ku 13 salan girtî mabû, nîşaneya herî diyar e ji bo vegera çalakiya aborî û her wiha tevgera rêwiyan û wekî çalakiyeke berfireh di navbera Sûriye û Îraqê de.
Rûdaw: Piştî vekirina vî deriyê sînorî, qebareya bazirganiyê ya texmînkirî, pêşbînîkirî çi ye ji bo vî deriyê sînorî?
Muşîr Remah: Niha em di wê qonaxê de ne ku em nirxandinê dikin di vê qonaxê de ji vî deriyê sînorî re. Deriyê sînorî nêzîkî mehekê ye dest bi karê xwe kiriye. Tevgereke bazirganî ya rêxistinkirî û berdewam heye di navbera her du aliyên Sûriye û Îraqê de. Her wiha gelek tiştên ku em hinarde dikin û her wiha em hawirde dikin ji Îraqê, diçin û tên di navbera her du welatan de. Her wiha tevgera transîtê heye di navbera Sûriye û Îraqê de. Di nav de jî hinardekirina sotemeniya Îraqê di deriyê Tenefê re her wiha di deriyê Til Koçerê re ber bi benderên petrolê. Her wiha karwanên transîtê ji Tirkiyeyê derbas dibin, diçin Îraqê. Ya herî dawî jî doh bû, karwanekî transîtê ji Tirkiyeyê hat û di nav axa Sûriyeyê re derbas bû û çû deriyê Til Koçerê û dû re derbasî nav axa Îraqê bû.
Rûdaw: Baş e, Sûriye bi rêya vî deriyê sînorî ji Îraqê çi tiştî hawirde dike?
Muşîr Remah: Bê guman gelek berhem û kereste hene ku tên hawirdekirin di navbera Sûriye û Îraqê de. Ji nav wan herî dawî çîmentoya Îraqê bû ku ji Îraqê hate hinardekirin ji bo Sûriyeyê. Gelek berhemên din ên çandiniyê hene, pîşesazî hene wekî cam û hesin. Her wiha wekî min got, çîmento û keresteyên avasaziyê. Her wiha wekî min gotî, hinardekirina sotemeniya Îraqê ji bo Sûriyeyê. Û piştî wê jî diçe benderên deryayî.
Rûdaw: Ew rêkeftin çawa ye? Hevahengiya ewlehiyê ya di navbera Sûriye û Îraqê de çawa hatiye kirin?
Muşîr Remah: Bê guman pêwendiyên berdewam hene û hevahengiyeke berdewam heye di navbera aliyê Sûriye û aliyê Îraqê de. Ev hevahengî rasterast li ser hemû astan di navbera her du welatan de ye. Di warê aborî de, di warê bazirganî de, her wiha di warê ewlehiyê de. Pêwendî û dan û standinên berdewam di navbera desteyên derwazeyên sînorî yên Sûriye û Îraqê de hene. Li ser vê hevahengiya berdewam a di navbera her du aliyan de, karê ewlehiyê heye li ser sînor di navbera her du welatan de. Her wiha ev hevahengiya berdewam di navbera desteyên gumrikê yên her du welatên Sûriye û Îraqê de, ev hevahengî li ser asta herî bilind e û didome.
Rûdaw: Binesaziya gumrikê li vî deriyê sînorî hatiye nûjenkirin?
Muşîr Remah: Ew derî ji nû ve hatiye nûkirin wekî min got. Û kar didome ji bo nûkirina deriyên sînorî bi şêweyekî giştî, ne tenê ew deriyên sînorî yên li gel Komara Îraqê. Hemû deriyên sînorî yên Sûriyeyê piştî rizgarkirina wan ji destê rejîma têkçûyî, me deriyên sînorî yên neamade wergirtin ji aliyê binesaziyê ve û heta niha em wan derêyan û binesaziya wan çêdikin. Em wan zerer û ziyanên giran ên li hemû deriyên sînorî çareser dikin, her wiha em asta kar jî baş dikin û kadro û şarezayî di warê deriyên sînorî de em amade dikin. Her wiha em pêşxistina pergalên elektronîkî tê de dikin di navbera hemû deriyên sînorî de. Li ser deriyê Til Koçerê, ew hatiye amadekirin û çêkirin û her wiha niha jî kar didome ji bo nûkirina binesaziya derî û her wiha ew meydan û rê û binesaziya herêmê. Her wiha li deriyê Tenefê heye li ser sînorê Sûriye û Îraqê. Li wir jî niha kar tê kirin ji bo çêkirin û nûkirina wî deriyî. Her wiha deriyê Bûkemalê, karê berdewam tê de tê kirin ji bo başkirina rewşa van deriyên sînorî bi şêweyekî giştî. Deriyên sînorî cihê girîngîpêdaneke gelekî mezin e ji aliyê desteya gumrikê ve da ku em tecrubeyeke herî baş di warê bazirganiyê de an jî derbasbûna rêwiyan de em pêşkêş bikin.
Rûdaw: Gelekî spas Serokê Ragihandina Deriyên Sînorî yên Sûriyeyê Birêz Muşîr Remah ji Şamê tu bi me re bûyî.