Serokê TURSABê yê Rojhilatê Anadolê Cevdet Ozgokçe diyar kir ku ji bo geştyar berê xwe bidin Wanê planên wan hene û got, “Em hewl didin ji bo geştyarên ji Herêma Kurdistanê bihayan kêm bikin.”
Ji ber aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de, sektora geştyariyê li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê zerereke mezin dît.
Serokê TURSABê yê Rojhilatê Anadolê ragihand ku hatina geştyaran li gorî sala borî ji sedî 85 kêm bûye.
Geştyarên Îranî qet nehatin
Serokê TURSABê (Yekîtiya Acenteyên Geştyariyê ya Tirkiyeyê) yê Rojhilatê Anadolê Cevdet Ozgokçe beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû.
Cevdet Ozgokçe diyar kir ku sala borî 100 hezar geştyarên Îranî çûbûn herêmê lê îsal ji ber şer qet nehatine.
Hatina geştyaran a ji Herêma Kurdistanê jî gelekî kêm bûye. Ozgokce got, "Sala par 230 hezar geştyar ji Başûrê Kurdistanê hatibûn Wanê lê îsal di 5 mehan de tenê 12 hezar kes hatin."
Li Wanê 190 otêl vala ne
Bajarê ku herî zêde zerer dîtiye Wan e. Li gorî amarên ku Ozgokce dane, li Wanê nêzîkî 300 otêl hene. Niha 190 ji wan otêlan vala ne.
Ev rewş bûye sedema bêkariyê. Gelek otêl û xwaringehan karmendên xwe ji kar derxistine. Her wiha seferên balafiran ên ber bi herêmê ve jî kêm bûne.
Dê bihayan ji bo Herêma Kurdistanê erzan bikin
Ozgokce ragihand ku ew plan dikin careke din geştyaran bikişînin herêmê. Ew dê piştî cejnê serdana Hewlêr, Dihok, Zaxo û Silêmaniyê bikin.
Cevdet Ozgukçe li ser plana xwe ev agahî dan:
"Me bi xwediyên otêl û xwaringehan re axivî. Em dê ji bo geştyarên ji Başûrê Kurdistanê bihayan daxin. Em dê pakêtên taybet amade bikin da ku sektora geştyariyê careke din geş bibe."
Rûdaw: Rewşa geştyariyê li wê herêmê çawa ye û amar çi dibêjin?
Cevdet Ozgokce: Wekî hûn jî dizanin, li dora Newrozê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de derket û ev şer hîn jî didome. Vî şerî bandor li bazara me kir. Sala borî, 100 hezar geştyarên Îranî hatibûn herêma me lê ji ber vî şerî îsal geştyarên Îranî qet nehatin. Turîzma me di rewşeke nexweş de ye. Her wiha, ji ber ku Îran carinan bi mûşekan êrişî Hewlêr û Dihokê dike, geştyar ji Başûrê Kurdistanê jî nayên. Lewma, rewşa turîzma me îsal nebaş e.
Rûdaw: Li gor amarên di destê we de, tevî van hemû rewşan, îsal çend geştyar serdana wê navçeyê kirine?
Cevdet Ozgokce: Cîranên me yên derve îsal qet nehatin. Di nava pênc mehan de ji nava Tirkiyeyê û Ewropayê 180 hezar geştyar hatin Wanê, 90 hezar hatin Bedlîsê, 70 hezar hatin Colemêrgê û 50 hezar jî hatin Mûşê.
Rûdaw: Eger em bidin ber amarên heman dema sala borî, rêje ji sedî çend kêm bûye?
Cevdet Ozgokce: Li gorî sala borî, ji sedî 85 kêmbûnek çêbûye. Yanî, geştyarên ji Îran û Başûrê Kurdistanê nehatin û em di warê turîzmê de ketin tengasiyê. Her wiha, geştên me yên balafiran ji bajarên mezin ên wekî Stenbol, Antalya, Enqere û Îzmîrê jî kêm bûne. Ji ber vê yekê, geştyarên me îsal kêm bûn.
Rûdaw: Baş e, çend geştyar ji Ewropayê tên?
Cevdet Ozgokce: 30 hezar geştyarên Ewropayî hatin Wanê, 5 hezar hatin Bedlîsê, 3 hezar hatin Colemêrgê û nêzîkî 500 kes jî hatin Mûşê.
Rûdaw: Ji van her çar bajaran, di warê turîzmê de kîjan bajar herî zêde ziyan dîtiye?
Cevdet Ozgokce: Wanê herî zêde ziyan dîtiye. Sektora turîzmê zerereke mezin dîtiye. Nêzîkî 300 otêl û 30 hezar text (nivîn) li Wanê hene. Xelkê Wanê gelek veberhênan di warê turîzmê de kiribûn lê niha şok bûne. Wekî nimûne, nifûsa Amedê nêzîkî 2,5 milyon e û 15 hezar textên wê hene lê nifûsa Wanê 1,5 milyon e û 30 hezar textên wê hene. Otêlên me piranî vala ne, 190 otêl li Wanê vala ne. Di navbera 110-120 otêl tijî ne.
Rûdaw: Gelo ev rewşa heyî li Wanê bandor li ser bêkariyê jî kiriye? Ango, heye ku otêlek, xwaringehek an cihekî geştyarî karmendên xwe şandibin malê?
Cevdet Ozgokce: Belê, dema ku geştyar neyên û otêl nexebitin, ew nikarin karkerên xwe jî bidin xebitandin. Ew wan ji kar derdixin, sîgorteyên wan nadin û tezmînata wan jî nadin. Yanî, turîzm îsal ji bo me di tengasiyeke mezin de ye.
Rûdaw: Di cejna Remezanê de tevgerek hebû ku rewş hinekî baştir bibe?
Cevdet Ozgokce: Di cejnê de jî zêde tevgerek çênebû. Geştyarên ji Ewropayê zêde nehatin. Hejmara balafirên me kêm e. Sala 2020î, rojane 24 balafir ji bajarên mezin dihatin Wanê lê niha tenê 10 balafir tên.
Rûdaw: We got ku îsal qet geştyar ji Başûrê Kurdistanê nehatine Wanê.
Cevdet Ozgokce: Di vî alî de hejmar kêm kiriye. Sala par 170 hezar geştyar ji Kurdistanê serdana Wan û Colemêrgê kiribû. Sala 2024an, 230 hezar geştyar ji Kurdistanê hatibûn Wanê. Îsal di nava 5 mehan de 12 hezar geştyaran ji Kurdistanê serdana Wan û Colemêrgê kiriye.
Rûdaw: Divê çi were kirin da ku sektora turîzmê û geştyarî li Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê geş bibe wekî salên berê?
Cevdet Ozgokce: Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de ne tenê bandor li wan sê dewletan dike, belkî li hemû cîhanê dike û em jî pê diêşin ji ber ku em cîranê Îranê ne. Mûşekên ku ji Îranê tên avêtin, di ser Kurdistana me re derbas dibin. Xelk şepirze bûye. Daxwaz û hêviya me ew e ku ev şer demildest raweste.
Rûdaw: Her sal herî zêde geştyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berê xwe did bajarê we. Ji ber rewşa îsal, ev hejmar êdî wekî sala par nîne. Ji bo tijîkirina vê valahiyê, plana we heye ku hûn berê xwe bidin herêmên din, wekî mînak Başûrê Kurdistanê?
Cevdet Ozgokce: Em li ser vê planê dixebitin. Heke Xwedê hez bike em dê piştî bêhnvedana cejnê serî li Kurdistanê bidin. Em dê bên Hewlêr, Dihok, Zaxo û Silêmaniyê. Em dê li wir bi sektora turîzmê re civînan li dar bixin û wan vexwînin Wan û Colemêrgê. Em li ser vî karî dixebitin da ku geştyarên me yên ji Kurdistanê bi dehan qatan zêdetir bibin.
Rûdaw: Di plana we de çi heye? We çi amade kiriye dema hûn bên û bi aliyên pêwendîdar ên Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê re bicivin?
Cevdet Ozgokce: Em bi tesîs û otêlên xwe re axivîne ku ji bo xelkê Kurdistanê bihayan kêm bikin. Me ji xwaringehan jî xwestiye ku bihayan ji bo xelkê me yê Kurdistanê kêm bikin. Em li ser vî karî dixebitin. Em dê werin û bi ajans û kompanyayên we re pakêtên geştyariyê amade bikin da ku ew jî xelkê Kurdistanê bînin Wan û Colemêrgê.