Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, civîna Rêberê Bilind ê welatê xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re wekî "dûrî rastiyê" bi nav kir.
Wî bi awayekî nerasterast pêşniyara Washingtonê ya ji bo hevdîtineke bi vî rengî red kir.
Divê were gotin ku roja çarşemê Donald Trump ji rojnameya New York Postê re axivîbû û diyar kiribû ku ew dixwaze Mucteba Xamineyî bibîne.
Trump di bersiva pirseke li ser îhtîmala hevdîtineke bi vî rengî de gotibû:
"Belê, ez dixwazim wî bibînim. Dibe ku em di demekê de bicivin, ev jî li gorî çawaniya rewşê ye."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, di hevpeyvîneke xwe ya bi medyaya Libnanê re de, sarbûna Tehranê ya li hemberî wê pêşniyarê nîşan da û got:
"Min raporek dît ku tê de wî (Trump) amaje bi wê yekê kiriye ku ew amade ye ji bo civînê yan jî dixwaze hevdîtinekê bike.
Lê ez di wê baweriyê de me ku divê em rastbîn bin û di cîhaneke rasteqîn de bifikirin û bijîn."
Ev daxuyaniya Eraqçî wekî îşaretekê tê dîtin ku mercên niha ji bo hevdîtineke di asteke wiha bilind de ne guncav in.
Mucteba Xamineyî meha adara îsal wekî Rêberê Bilind ê nû yê Komara Îslamî ya Îranê hat destnîşankirin.
Ev yek piştî wê yekê pêk hat ku bavê wî (Elî Xamineyî) 28ê Sibatê di encama êrişên bi mûşek û asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li Tehranê de hatibû kuştin.
Eraqçî di hevpeyvînê de hûrgiliyên wê rojê eşkere kirin.
Wî got ku di dema wê êrişa ku bû sedema kuştina Rêberê berê de, ew li ofîsa Rêber bûye.
Lê ji ber ku ew di beşeke din a avahiyê de bûye, ti zerer negihîştine wî.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, Mucteba Xamineyî "bi awayekî gelekî bibandor çavdêriya kar û barên welêt dike û bi temamî serdestî hemû aliyan e."
Eraqçî li ser pirsa ku çima piştî destbikaribûnê Rêberê nû di medya û cihên giştî de derneketiye, eşkere kir ku "ev yek tenê ji ber parastina rewşa ewlehiyê ye".
Agirbesteke lawaz û dan û standinên bêencam
Ji 8ê Nîsanê ve ji ber agirbesteke lawaz, şerê rasterast ê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de hatiye rawestandin.
Lê ev rawestandin hîn nebûye sedema peymaneke siyasî ya mayînde.
Eraqçî amaje bi wê yekê kir, tevî ku bi rêya navbeynkaran dan û standin hene, ew hîn negihîştine encameke dawî ku garantiya rawestandina mayînde ya şer bide.
Eraqçî got ku kanalên pêwendiyê yên bi Amerîkayê re vekirî mane.
Lê di çend rojên borî de di dan û standinên ji bo bidawîanîna şer de, ti bipêşketinên mezin çênebûne.
Eraqçî li ser vê yekê got, "Pêwendî û gotûbêjên me nequtbûne.
Lê di çend rojên borî de, li ser mijarên girêdayî dan û standinan ti bipêşketinên taybet çênebûne. Her wiha, her du alî niha li ser wan deqan dixebitin ku li ber dest in."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê tekezî li ser wê yekê jî kir ku Tehran dê tenê wê demê dest bi dan û standinan bike ku rewş guncav be û li gorî berjewendiyên niştimanî yên Îranê be.



