Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Pasdaran a Îranê Huseyîn Muhibbî bal kişand ser Amerîka û Îsraîlê û got, "Em dê qat bi qat bersiva xeletiya herî biçûk a dijmin bidin."
Muhibbî ji Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîvfermî re axivî.
Wî diyar kir ku ew dê bersiveke gelekî tund bidin êrişan.
"Dijmin li hemberî gelê Îranê têk çûye"
Muhibbî anî zimên ku Amerîka û Îsraîl di şert û mercên heyî de nikarin li dijî Îranê operasyoneke bibandor pêk bînin.
Wî destnîşan kir ku ew welat jî vê yekê gelekî baş dizanin û got:
"Dijmin li hemberî gelê Îranê têk çû. Eger ew xeletiyên xwe ducare bikin dê dîsa têk biçin. Em dê qat bi qat bersiva xeletiya herî biçûk a dijmin bidin."
"Armanc raya giştî ya navxweyî ye"
Muhibbî da zanîn ku armanca daxuyaniyên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê, bi piranî bandorkirina li raya giştî ya navxweyî ye.
Wî her wiha got ku serokên van welatan ji bo ku partiyên xwe ji têkçûna di hilbijartinan de biparêzin, serî li van gotinan didin.



