Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Şoreşê ya Taranê cezayê bidarvekirinê da girtiyekî Kurd ê xelkê Seqizê.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, ew welatî di çarçoveya xwenîşandanên seranserî yên li Îranê de hatibû desteserkirin.
Li gorî raporeke Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), doh Şaxa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Taranê cezayê bidarvekirinê da welatiyekî Kurd ê bi navê Arman Meerîfetî.
Serokatiya dadgehê Dadwer Selewatî dikir.
Arman Meerîfetî 38 salî ye û xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ww li Taranê niştecih bû.
Ew di dema nerazîbûnên li Îranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.
Ew niha li Girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê ye.
Tohmetên li ser Meerîfetî
Li gorî rapora HRANAyê, Dadgeha Şoreşê bi çend hincetan cezayê bidarvekirinê da Meerîfetî.
Ew hincet ev in, "Beşdarbûna kiryarên li dijî asayîşa nîştimanî, binpêkirina sînorê cihên pîroz bi mebesta têkdanê û beşdarbûna şewitandina mizgeft û navendên olî (hewzeya îlmîye)."
Arman Meerîfetî berê bi du girtiyên Kurd ên bi navê Mêhrdad Mihemedîniya û Eşkan Malikî re di heman dosyeyê de hatibû darizandin.
Cezayê bidarvekirinê yê wan her du kesên din 1ê Hezîrana 2026an hat bicihkirin.
Zêdetirî 53 hezar xwenîşander hatin desteserkirin
Xwenîşandanên Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribû.
Li gorî amarên HRANAyê, li bajarên cuda yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 53 hezar û 552 xwenîşander hatine desteserkirin.
Desthilata Dadweriyê ya Îranê berê ragihandibû ku beşek ji wan kesên hatine desteserkirin cezayê bidarvekirinê standine.
Her wiha wê eşkere kiribû ku dê cezayên wan bi lez werin cîbicîkirin.


