کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Sekreterê Giştî yê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî

Sekreterê Giştî yê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî

ÎRAN

Banga Îranê ya ji bo Amerîkayê: Teslîmî 7 şertên Tehranê bibin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Îranê 3 xwenîşanderên din îdam kirin
ÎRAN08-11-2026

Îranê 3 xwenîşanderên din îdam kirin

Îranê 7 merc danîn ber Amerîkayê
ÎRAN06-11-2026

Îranê 7 merc danîn ber Amerîkayê

Qalîbaf: Gelê Amerîkayê ji şer re got na
ÎRAN04-11-2026

Qalîbaf: Gelê Amerîkayê ji şer re got na

Hewlêr  (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Civata Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî bangî Serokê Amerîkayê Donald Trump kir got, “Teslîmî 7 şertên Tehranê bibin ku me gelek caran anîne ziman”

Muhsîn Rezayî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Xê de daxuyaniya Donald Trump a li ser hevdîtinên bi Îranê re nirxand û got:

“Şerê li dijî Îranê tê meşandin, hikûmeta Amerîkayê jixwe wêran kiriye lê Washington mîna qumarbazekî bêçare çirûskan dide. Bila êdî Trump dest ji rika xwe berde.”

Rezayî bal kişand ser daxuyaniyên Trump ên ku digot hevdîtinên bi Îranê re baş diçin û hevdîtin wekî "xeyalî" û gotinên li ser wan de jî wekî "derew" bi nav kirin.

Rezayî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, “Dest ji redkirina nîzama nû ya li Rojavaya Asyayê berde. Dem hatiye ku tu teslîmî 7 şertên ku Îranê gelek caran danîne holê bibî.”

Serokê Amerîkayê Trump, di civîna çapemeniyê ya ku li Koşka Spî de diyar kiribû ku hevdîtinên bi Îranê re baş diçin, ew hêvî dike ku ev pêvajo di demeke nêzîk de bi dawî bibe û ew pêwistî bi operasyoneke nû ya leşkerî nabîne.

Di nav 7 şertên ku birêveberiya Tehranê ji birêveberiya Washingtonê re şandine de; rakirina ambargoya deryayî, garantîkirina derbasbûna ewle ya keştiyên bazirganî û petrolê di Tengava Hurmizê re, rakirina cezayên yekalî, muafiyeta hinardekirina neftê, serbestberdana heyinên cemidî, mayîna madeyên nukleer di hundirê welat de û bidawîkirina şer cih digirin.

Nûçeyên Têkildar

Îranê 3 xwenîşanderên din îdam kirin
ÎRAN08-11-2026

Îranê 3 xwenîşanderên din îdam kirin

Îranê 7 merc danîn ber Amerîkayê
ÎRAN06-11-2026

Îranê 7 merc danîn ber Amerîkayê

Qalîbaf: Gelê Amerîkayê ji şer re got na
ÎRAN04-11-2026

Qalîbaf: Gelê Amerîkayê ji şer re got na

Pirsên