Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku ew dê stûyê xwe li ber ti hêzê xwar nekin û got, "Ji bo rehetî û berjewendiyên xwe yên dinyayî rûmeta welêt nakin qurban."
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA), Pizîşkiyan li Tehranê bi tevlîbûna endamên hikûmetê civînek li dar xist û li ser pêşhatên dawî û rewşa welêt nirxandin kirin.
"Em dê serî netewînin"
Pizîşkiyan anî zimên ku “dijminên wan” nikarin bi mûşek, bombe û balafiran wan stûxwar bikin lê dikarin bi derxistina tevliheviyê û xerakirina yekîtiyê civakê parçe bikin.
Pizîşkiyan destnîşan kir ku ew dê ti carî stûyê xwe li ber dijminan xwar nekin û got:
"Em dê serî netewînin. Ez dê bi ti awayî stûyê xwe li ber ti hêzê xwar nekim.
Em dê rûmeta welêt ji bo rehetî û berjewendiyên xwe yên dinyayî nakin qurban lê divê em welêt bi hişmendî bi rê ve bibin."
"Em bi rûmet dan û standinan dikin"
Serokkomarê Îranê bal kişand ser hinek gotinên li dijî dan û standinan û wiha axivî:
"Dirûşma 'Em dê dan û standinê nekin' bê wate ye. Eger em dan û standinan nekin divê em çi bikin?
Em bi rûmet dan û standinan dikin. Mafê me heye, mantiqê me heye, delîlên me hene.
Em dikarin mafên welatê xwe bi xurtî biparêzin û em dê bi piştgiriya gelê xwe mafên wan biparêzin."
Pizîşkiyan daxuyand ku axaftina bi mantiq û dayîna bersivên bi mantiq "bi dirûşman pêk nayê" û got:
"Ya teqez ew e ku em bi hemû hebûna xwe ji bo gel û welatê xwe dixebitin.
Em dê bi rûmeta xwe li hemberî biyaniyan rawestin û ji bo parastina mafên gelê xwe yê hêja dan û standinan bikin."
Banga teserûfê
Pizîşkiyan berê jî ji bo derbaskirina krîza enerjiyê ya li welêt banga teserûfa enerjiyê kiribû û di vê civînê de jî ev mijar anî rojevê.
Pizîşkiyan destnîşan kir ku ew ji Ewropayê 3 qatan zêdetir elektrîk û gaza xwezayî bi kar tînin û li pey çû:
"Di vî warî de pirsgirêkên me hene û eger ev yek wiha berdewam bike dê di mehên havîn û zivistanê de bibe sedema pirsgirêkan."
Pizîşkiyan bi bîr xist ku eger rêzik werin şopandin dibe ku pirsgirêkên qutbûna elektrîkê û gaza xwezayî çareser bibin û eşkere kir:
"Ev encam bandorê li her kesî dike. Kapasîteya me ya hilberîna benzînê kêm bûye.
Em rojane 100 milyon lîtreyan hildiberînin lê pêwîstiya me 150 milyon lître ye."
