Hewlêr (Rûdaw) - Elî Yezdî Xwah ragihand ku ji ber rewşa ewlehiyê ya Îranê ti biryarên wan ên ji bo rakirina sînordariyên li ser înterneta cîhanî nînin.
Alîkarê Serokê Komîteya Çandî ya Parlamentoya Îranê Elî Yezdî Xwah her wiha got, "Li ser qutbûna înternetê nerehetî û gazinên zêde nînin."
Elî Yezdî Xwah ji medyaya welatê xwe re ragihand ku biryara qutkirina înterneta cîhanî ji aliyê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê ve hatiye dayîn.
Parlamenter, sedema berdewamiya sînordarkirinê bi "parastina ewlehiya welêt û canê xelkê" ve girê da.
"Înterneta Pro ji bo milyonek kesî"
Elî Yezdî Xwah li ser bandora biryarê ya li ser jiyana rojane ya welatiyan îdia kir ku "niha ji sedî 90ê pêdiviyên xelkê bi rêya înterneta navxwe têne dabînkirin û ti gazin li holê nînin."
Parlamenterê Îranê eşkere kir ku niha zêdetirî milyonek kesî "Înterneta Pro" bi kar tînin.
Înterneta Pro cureyeke xizmetguzariya taybet e ku tenê destûr ji kesên re diyarkirî heye.
Xelk û bikarhênerên asayî nikarin vê înternetê bi kar bînin.
Li gorî rapora herî nû ya rêxistina NetBlocksê ku çavdêriya rewşa înternetê ya li cîhanê dike, îro 83 roj in înterneta cîhanî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye qutkirin an jî bi tundî hatiye sînordarkirin.
Piştî destpêkirina xwenîşandan û aloziyên li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hikûmetê serî li qutkirina înternetê û fîltrekirina torên civakî da.
Ev yek jî rûbirûyê rexneyên tund ên navxwe û navneteweyî bûye.
