Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand ku birêvebiriya Tehranê piştî êrişên li ser Libnanê dan û standinên bi Amerîkayê re rawestandine.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê daxuyand ku Îranê piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê dan û standinên bi Amerîkayê re dane rawestandin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan wekî bersiva "kiryarên êrişkar" ên Îranê, li Tengava Hurmizê êrişî sîstemên mûşekavêjan ên li Girava Qeşm û herêma Gorukê kiriye.
Birêveberiya Îranê di demeke kurt de bersiva van êrişan da.
Artêşa Îranê bi mûşek û dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Kuweytê kir.
Rayedarên Kuweytê daxuyand ku pergalên wan ên parastina asmanî midaxeleyî êrişan kiriye.
Her wiha hat ragihandin ku li seranserê welêt zengilên hişyariyê lêxistine.
Netanyahu fermana êrişê dabû
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di saetên sibehê de ferman dabû artêşa Îsraîlê.
Li gorî fermanê, divabû artêş ji asman ve êrişî herêma Dahiyeyê ya Beyrûta paytexta Libnanê bike.
"Bêyî agirbesta Libnanê peyman nabe"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî heman rojê bal kişand ser zêdebûna êrişên Îsraîlê.
Beqayî daxuyand ku agirbesta li Libnanê, parçeyekî her peymana bi Amerîkayê re ye ku ji bo bidawîkirina şer tê kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Beqayî ev tişt gotin:
"Agirbesta li Libnanê parçeyekî veneqet ê peymana dawî ya ji bo bidawîkirina şer e.
Aktorê sereke yê tiştên ku li Libnanê diqewimin Amerîka ye.
Tevî agirbesta li holê jî, rejîma siyonîst li Libnanê û li xaka Filistînê ya dagirkirî sûcên herî giran û hovane didomîne."
Beqayî li ser proseya dan û standinên bi Amerîkayê re jî nirxandin kirin.
Wî destnîşan kir ku dan û standin û diyalog nayê wê wateyê ku di navbera aliyan de bawerî heye.
Beqayî amaje pê kir ku hevdîtinên bi Amerîkayê re di nava guman û bêbaweriyê de dest pê kirine.
Beqayî diyar kir ku daxuyaniyên nakok ên Amerîkayê û peyamên wê yên bi rêya medyayê proseya dan û standinan dirêj kiriye.
Wî îdia kir ku di qonaxa niha de mijarên nukleerî ne di rojevê de ne.
Beqayî anî zimên ku dema pêwîst be ew dê gavan biavêjin û ew baş dizanin bê dê çi bikin.
Li Dahiyeyê koçberiya bi zorê dest pê kir
Netanyahu ferman dabû artêşê ku êrişî herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê bike.
Piştî vê fermanê, şêniyên herêmê dest bi terkkirina malên xwe kir.
Li Dahiyeyê bi sed hezaran kes dijîn.
Li xalên sereke yên derketina herêmê qerebalixiyeke zêde ya otomobîlan çêbû.
Gelek malbat ber bi wan herêmên paytextê ve çûn ku ewletir tên dîtin.
