Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sabah Numan ragihand ku komîteya ji bo komkirina çekan dest bi xebatên xwe kiriye.
Sabah Numan diyar kir ku ev biryar ji xeynî Heşdî Şebiyê hemû komên çekdar li xwe digire.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sabah Numan ji Rûdawê re axivî.
Wî got ku armanca sereke ya xebatan ew e ku çek bên kontrolkirin û biryarên ewlehiyê tenê di destê dewletê de bin.
Sabah Numan bal kişand ser wê yekê ku biryar gelekî berfireh e.
Wî destnîşan kir ku hemû komên çekdar ên ne di nav Heşdî Şebiyê de ne bi vê biryarê ve girêdayî ne û got:
"Biryar berfireh e û bêyî îstîsna her kesî li xwe digire."
Hemû çek û baregeh dê bên teslîmkirin
Sabah Numan li ser pêvajoyê hûrgilî dan û got:
"Li gorî biryarê, divê hemû çek, cebilxane, amûrên leşkerî û baregehên van koman radestî saziyên ewlehiyê yên fermî bên kirin."
Sabah Numan diyar kir ku ev komîte bi fermana rasterast a Fermandarê Giştî û bi "îradeyeke bi temamî Îraqî" hatiye avakirin.
Wî anî zimên ku ev pêngav hem bersivek e ji bo bangên desthilata dînî (Merceiyeta Şîeyan) û hem jî beşek e ji armanca hikûmetê ya ji bo yekkirina gotara ewlehiyê.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê li ser pêvajoyê ev agahî dan:
"Ji bo tevlîbûna komên çekdar a nav saziyên ewlehiyê yên fermî mekanîzmayeke taybet hat avakirin.
Dê di nava du rojan de lîsteya temam a hemû çek û amûrên leşkerî pêşkêşî komîteya navendî bibe. Ev komîte rasterast di bin çavdêriya Serokwezîr de ye."
Di komîteya navendî de nûnerên Wezareta Parastinê ya Îraqê, Wezareta Karên Navxwe, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Desteya Heşdî Şebiyê cih digirin.
Çarenivîsa çekdaran dê bibe çi?
Sabah Numan li ser rewşa çekdarên di nav wan koman de jî axivî û ev garantî da:
"Têgeha qutkirina pêwendiyan, tê wê wateyê ku ev hêz dê di bin banê saziyên ewlehiyê de ji nû ve bên organîzekirin.
Dê hemû mafên qanûnî yên çekdaran bên parastin. Ew dê wekî beşekî ji hêzên leşkerî yên asayî tevlî pergalê bibin."
Stratejiya sereke ya hikûmetê
Hikûmeta nû ya Îraqê dê ji bo 4 salên pêş bi vîzyona "dewleteke aram û aboriyeke berhemdar" bixebite.
Stratejiya ewlehiyê di xala yekem a bernameya vê hikûmetê de cih digire.
Komkirina çekan a di destê dewletê de, ji bo "pêkanîna serweriya hiqûqê û parastina ewlehiya neteweyî" wekî pêngava herî bingehîn tê dîtin.
Li aliyê din, hat ragihandin ku heta niha komên wekî Seraya El Selam, Ketîbeyên Îmam Elî û Esaîb Ehlî Heq jî biryara xwe dane.
Van koman da zanîn ku ew dê li gorî biryara radestkirina çekan tevbigerin û wan ev pêvajo pesend kiriye.



