Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya pêşiya me dê qonaxa qeydkirina çekên komên çekdar ên li Îraqê biqede.
Paşê ev çek dê li gorî pêwîstiyê di navbera hêzên ewlehiyê de werin belavkirin.
Aliyê Şîe ji bo qanîkirina wan komên milîs ên ku hîn jî bi erênî li planê nanêrin, li bendê ye ku Îran bikeve dewrê.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê pêşbînî nake ku di vê pêvajoyê de pirsgirêkeke mezin derkeve.
Radestkirina çekên komên çekdar, hikûmeta nû ya Îraqê dixe nav du rêyan da ku vê pirsgirêkê çareser bike.
Ev yek ji xalên karnameya Elî Falih Zeydî ye ji bo hikûmeta wî ya nû ku Şîe tê de piranî ne.
Seraya Selam dest bi radestkirinê kir
Koma Seraya Selam a ser bi Tevgera Niştimanî ya Şîe ku Muqteda Sedir serokatiya wê dike, dest bi radestkirinê kir.
Her çi qasî ev kom ne beşek ji Berxwedana Îslamî ya li Îraqê be jî ku girêdayî Komara Îslamî ya Îranê ne.
Hikûmetê komîteyeke bilind ji bo bicihkirina plana sînordarkirina çekan a di destê dewletê de ava kiriye ku nûnerên aliyên ewlehî û leşkerî tê de ne.
Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sabah Numan îro ji Rûdawê re got:
Komîteyên jêrîn dê xebatên xwe yên ji bo derxistina lîsteya çek û cebilxaneyên leşkerî yên di destê xwe de, di nav 2 rojan de temam bikin.
Dê ev amarên hatine bidestxistin radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş werin kirin.
Armanca me ya sereke ew e ku em hemû hêzên çekdar ên li derveyî artêşê di navendekê de, ango di bin banê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar de kom bikin.
Çek dê bi hemû cor û qebareyên xwe werin qeydkirin.
Li gorî erkên wan dê bi ser hêzên ewlehiyê de werin dabeşkirin.”
Esaîbên Ehlî Heq û Ketîbeyên Îmam Elî
Piştî Tevgera Niştimanî ya Şîe, Tevgera Esaîbên Ehlî Heq a ku yek ji komên nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê ye, heman gav avêt.
Vê tevgerê ji bo çawaniya radestkirina çekan û bicihkirina biryara sînordarkirina çekan a di destê dewletê de komîteyek ava kir.
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Sed Meen ji Rûdawê re diyar kir ku ji bilî koma Seraya Selam, komên din ên wekî Tevgera Esaîbên Ehlî Heq û Ketîbeyên Îmam Elî jî dest bi rêbazên yasayî yên radestkirina çekên navîn û giran kirine.
Ev jî wekî amadekariyekê ji bo tevlîbûna bi temamî ye.
Ev pêvajo ji çend rêbazan pêk tê, ji wan qeydkirin û radestkirina çekan, qutkirina pêwendiya navbera komên çekdar ên nav Heşdî Şebiyê û aliyên wan ên siyasî.
8029 çekdarên Esaîbên Ehlî Heq hene
Endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera Esaîbên Ehlî Heq Husên Şeyhanî ji Rûdawê re da zanîn ku rêkarên qeydkirina çekên wan ji bo wê yekê ne ku bikevin stûyê hikûmetê û hikûmet bibe xwediyê wan çekan.
Bi gotina wî, berê hinek ji çekên wan di qonaxa “berxwedana çendîn salî” de bi dest ketine û nehatine qeydkirin.
Baskê siyasî yê Tevgera Esaîbên Ehlî Heq ku Tevgera Sadiqun e, li Parlamentoya Îraqê xwediya 28 kursiyan e.
Husên Şeyhanî her wiha got, "Di warê pratîkî de Tevgera Esaîbên Ehlî Heq pêwendiya xwe bi hêzên nav Heşdî Şebiyê re qut kiriye lê ev mijar pêwîstî bi biryareke fermî û nivîskî heye ku aliyên pêwendîdar ên dewletê wê rêk bixin.
Niha 8029 çekdarên me di nav Desteya Heşdî Şebiyê de hene û ti pêwendiyên wan ên siyasî bi tevgera me re nîne."
Hinek kom razî nabin
Hîn jî Ketîbeyên Hizbulahê, Tevgera Nucebayê û çend komên din ên nav Berxwedana Îslamî ya li Îraqê ku girêdayî Îranê ne, bi plana hikûmetê ya ji bo radestkirina çekan qayîl nebûne.
Ji bo vê yekê şertên wan hene, ji wan qutkirina pêwendiyên aborî yên bi Amerîkayê re.
Berdevkê Hevpeymaniya Nesir Eqîl Rûdeynî ji Rûdawê re da zanîn ku deriyê guftûgoyan li gel wan koman vekirî ye ku heta niha amade nînin çekan deynin.
Armanc ew e ku pêvajo ber bi şerekî navxweyî ve neçe.
Eqîl Rûdeynî got ku Komara Îslamî ya Îranê dikare di vê pêvajoyê de xwedî rol be.
Bi taybetî jî ku her peymaneke bi Amerîkayê re ya li ser şerê herêmê, dê bandorê li ser vê pirsgirêkê ya li Îraqê jî bike.
Ew komên ku neketine bin barê sînordarkirina çekan, ew in ku di şerê 41 rojan ê Îranê yê bi Amerîka û Îsraîlê re de, piştgiriya Tehranê kirin.
Wan bi rêya êrişên dronan ên li navxweyê Îraqê û herêmê piştgirî da Îranê.
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê di wê baweriyê de ye ku ev pirsgirêk nabe pirsgirêkeke mezin û dê di dawiyê de di pirsgirêka sînordarkirina çekan de hemû hevnêrînên hikûmetê bin.



