Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Nêzîk Barbara Leafê, piştgirî da hewldanên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên ji bo xistina komên çekdar a di bin kontrola dewletê de.
Wê destnîşan kir ku ev gav ji bo aramiya Îraqê gelekî pêwîst in.
"Pêngavên gelekî giran in"
Barbara Leafê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku hewldanên bêçekkirinê ji aliyê siyasî ve zehmet in lê girîng in.
Barbara Leafê got li ser vê mijarê got, "Ji aliyê siyasî ve ev pêngavên gelekî giran in û ji ber ku wî dest bi vî karî kiriye ez wî pîroz dikim.
Lê niha dîtina encamên van daxuyaniyan gelekî girîng e."
Hikûmeta Îraqê piştî avakirina kabîneya nû, ji bo ku çek têkevin bin kontrola dewletê dest bi pêvajoyekê kir.
Di vê çarçoveyê de, Esaîb Ehlî Heq û Ketîbeyên Îmam Elî diyar kir ku ew amade ne çekên xwe radest bikin.
Her wiha Muqteda Sedir jî ragihand ku dê Seraya El Selam tevlî saziyên dewletê bibe.
Lê belê Ketîbeyên Hizbulahê û Tevgera Nucebayê li dijî planê derket.
"Êrişî cîranên me yên dost dikin"
Leafê anî zimên ku kontrolkirina komên çekdar ji bo ewlehiya Îraqê û têkiliyên bi cîranên wê re xwedî girîngiyeke jiyanî ye û got:
"Hinek kom li derveyî kontrola dewletê bi temamî serbixwe tevdigerin û bi erêkirina Îranê êrişî cîranên me yên dost dikin."
Leafê destnîşan kir ku ji bo vê pêvajoyê îradeyeke siyasî ya xurt pêwîst e û wiha pê de çû:
"Ev yek dê ne hêsan be. Dibe ku hinek kom ji aliyê leşkerî ve li dijî dewletê derkevin lê divê dewlet dema pêwîst be ji bo bikaranîna hêzê amade be."
Barbara Leafê anî zimên ku arambûna Îraqê û sînordarkirina bandora Îranê ya li wî welatî du armancên bi hev ve girêdayî ne û got:
"Tehranê bi salan bi rêya hinek komên çekdar bandora xwe ya li Îraqê domandiye.
Ev şerek e ku divê Îraq bi xwe bike."


