Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Trafîkê ya Îraqê diyar kir ku di qezaya Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Hêlkewt Ezîz de ajokarê barhilgirê sersarî kiriye û li binkeyê polîsan desteserkirî ye.
Her wiha hat eşkerekirin ku ew dê rêya Bexda û Besreyê bi danîna kamerayên zîrek kontrol bikin.
Birêvebirê Beşa Ragihandinê yê Birêvebiriya Trafîkê ya Îraqê Heyder Şakir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re qala bûyerê kir.
Heyder Şakir ragihand ku di wê qezaya ku Hêlkewt Ezîz canê xwe ji dest daye de ajokarê barhilgirê sersarê kiriye û niha li binkeyê polîsan e.
"Şofêrê barhilgirê rê girtiye"
Heyder Şakir got, “Krokiya hatûçûyê heye. Bê guman sersariya herî mezin dikeve stûyê şofêrê barhilgirê ku bi barhilgira xwe rê girtiye û di encamê de heval û birayê me yê medyakar Hêlkewt Ezîz canê xwe ji dest da.
Em bi vê boneyê sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî û ji malbata medyayê re bi giştî dixwazin.”
Heyder Şakir li ser hûrgiliyên din ên lêpirsînê jî agahî dan û got:
“Derbarê sedema qezayê bê ma kêmasiyeke teknîkî di barhilgirê de hebûye, yan şofêr razaye yan jî betilî ye, divê dadgeha Îraqê vê yekê eşkere bike.”
Dadgeh dê biryarê bide
Heyder Şakir her wiha got “Şahid hene, dîmen hene û şofêrên her du otomobîlan mane. Îfadeyên wan hatine wergirtin.
Dê di dema lêpirsîna dadgehê de her tişt eşkere bibe û her kes li hemberî qanûnê pêbend e.”
Heyder Şakir diyar kir ku biryara dawî di destê dadgehê de ye û wiha pê de çû:
“Her çi qas biryar di destê dadgehê de be jî, di her qezayên trafîkê de ku bi mirinê bi dawî bibin, cezayê girtîgehê heye û ew kesê ku bûye sedema qezayê tê girtin.
Li gorî gotina şofêr, destpêkê barhilgir ketiye ser axê û piştre wî kontrol ji dest daye û xwe li pêrjingê xistiye.
Piştre jî her du wesayît li hev qelibîne û di encamê de hevalê me Hêlkewt Ezîz canê xwe ji dest daye.”
Rêya Bexda û Besreyê dê bi kamerayan bê kontrolkirin
Birêvebirê Beşa Ragihandinê yê Birêvebiriya Trafîkê ya Îraqê derbarê rêya di navbera Bexda û Besreyê destnîşan kir:
“Projeyeke Birêvebiriya Trafîkê heye ku bi danîna kamerayên zîrek rêyê bi temamî kontrol bike.”
Nûçegihan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Bexdayê Hêlkewt Ezîz 8ê Hezîranê li ser rêya Bexda û Besreyê ya rastî qezayeke trafîkê hatibû.
Hêlkewt Ezîz ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest dabû.


