Hewlêr (Rûdaw) - Efserekî payebilind ê Kurd cara yekem e ku bi awayekî fermî dibe alîkarê Serokê Dezgeha Dijîterorê ya Îraqê yê ji bo kar û barên hunerî û kargêrî.
Tê payîn ku piştî meheke din pileya wî ya leşkerî jî were bilindkirin.
Çavkaniyekî agahdar ji nav Dezgeha Dijîterorê ya Îraqê îroji Rûdawê re ragihand ku Fermandarê Operasyonên Taybet Lîwa Saman Talebanî, bi awayekî fermî wekî alîkarê Serokê Dezgeha Dijîterorê ya Îraqê dest bi kar kiriye.
Dê pileya wî bibe ferîq
Li gorî gotina çavkaniyê, fermana dîwanê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê û fermana wezartejî jî ji aliyê Serokê Dezgeha Dijîterorê ve derketiye û Saman Talebanî doh bi awayekî fermî dest bi kar kiriye.
Tê payîn ku piştî meheke din pileya wî ya leşkerî ji lîwayê bibe ferîq.
Endamê Komîteya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Îraqê Şêrwan Duberdanî îro ji Rûdawê re got:
“Demeke dirêj e me hewlên xwe zêde kirine ji bo ku Kurdek vê posta payebilind wergire. Bi kêfxweşî razîbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokê Dezgeha Dijîterorê hat bidestxistin.”
Wî endamê Komîteya Asayîş û Parastinê amaje pê kir ku berê jî Ferîq Fazil Berwarî wekî Kurdekî Fermandarê Lîwaya Yekem a Operasyonên Taybet ên Dezgeha Dijîterorê ya Îraqê bû.
Saman Talebanî kî ye?
· Navê wî yê temam Saman Asî Wehab Hemîd Talebanî ye.
· Ew Alîkarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Dijîterorê yên Îraqê ye.
· Sala 1970yî li Xaneqînê ji dayîk bûye.
· Sala 1974an malbata wî koçî Îranê bûye.
· Sala 1975an ji bo başûrê Îraqê (Musenna) hatiye sirgûnkirin.
· Sala 1977an li Silêmaniyê bi cih bûye û xwendina xwe temam kiriye.
· Sala 1992yan li Kolêja Leşkerî ya Qelaçwalanê hatiye wergirtin.
· Sala 1994an bûye mulazim.
· Sala 2003yan bi biryara Serok Barzanî bûye yek ji damezirînerên artêşa nû ya Îraqê.
Li gorî yasayê dê du alîkar hebin
Li gorî yasaya Dezgeha Dijîterorê ya hejmar 31ê ya sala 2016an, madeya çarem, xala sêyem, Serokê Dezgeha Dijîterorê ku pileya wî wezîr e, dê du alîkarên wî hebin.
Ev alîkar bi pileya birêvebirê giştî yan jî efserekî bi pileya ferîq dibin.
Yek ji wan ji bo ewlehî û sixûriyê ye û yê duyem jî ji bo kargêrî û teknîkî ye.

.webp&w=3840&q=75)

