Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Îraqê Tehsîn Xefacî pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê kir.
Tehsîn Xefacî xwest ku Rûdaw di veguhastina rastiyan û bipêşxistina karê medyayî de xebatên xwe bidomîne.
Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Îraqê Lîwa Tehsîn Xefacî, bi helkefta salvegera 13emîn a damezirandina Rûdawê peyamek belav kir.
Xefacî di peyama xwe de pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî birêvebir û xebatkarên tora nûçeyan a Kurdistanî kirin.
Tehsîn Xefacî di peyama xwe de ji bo karwanê medyayî yê Rûdawê serkeftinê xwest û ragihand:
"Em di peyama we ya medyayî de ji we re serkeftinê dixwazin da ku hûn di veguhastina rastiyan û bihêzkirina karê medyayî yê pîşeyî yê li welêt de rola xwe ya girîng bidomînin."
Rûdaw bûye çavkaniya zanyariyan
Îro 29ê Gulanê, 13 sal di ser destpêkirina weşana fermî ya tora nûçeyan a herî mezin û diyar a Kurdistanê re derbas bûn.
Tora Medyayî ya Rûdawê di temenê xwe yê 13 salan de karîbû bibe çavkaniya zanyariyan ji bo navxwe û derve.
Rûdawê li hemberî vê xizmeta xwe gelek xelatên cîhanî bi dest xistine.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji bilî ekrana xwe ya ku herî zêde tê temaşekirin, di torên civakî de jî pêşeng e.
Rûdawê li ser Facebookê zêdetirî 11 milyon, li ser Instagramê 3,4 milyon, li ser TikTokê 1,5 milyon û li ser Xê jî 1,5 milyon şopînerên wê hene.
Dengê Kurdan li cîhanê
Rûdawê karîbû asta temaşekirinê ya li Başûrê Kurdistanê û Îraqê biguhere.
Rûdaw bi bikaranîna teknolojiya herî nû ya cîhanî ya di warê wênegirtin, stodyo û grafîkan de bi mezintirîn kanalên herêmî û cîhanî re hevrikiyê dike û ji bo medyaya Kurdistanî bûye pêşeng.
Yek ji destkeftên herî mezin ên Rûdawê, gihandina dengê Kurdan a ji bo navendên biryarder ên cîhanê bû.
Rûdaw bi rêya nûnerên xwe yên li Washington, Bruksel, Moskow û paytextên bibandor, ji bo ajansên nûçeyan ên cîhanî bûye çavkaniyeke cihê baweriyê.
Dibistaneke pîşeyî
Rûdawê di demên hestiyar û şeran de îspat kir ku xwedî binesaziyeke mirovî ya bihêz e.
Rûmalên zindî û veguhastina nûçeyan a ji nava dilê rûdanan bi awayekî pîşeyî, wisa kir ku Rûdaw bibe mala yekem a hemû temaşevanên ku li pey rastiyê digerin.
Rûdaw her wiha ji bo ajansên cîhanî yên wekî AFP, AP, Reuters, Tora Hevbeş a Nûçeyan a Ewropayê (ENEX) û kanalên cîhanî yên wekî CNN, Sky News, BBC û bi dehan kanalên din bûye çavkanî.
Rûdaw tenê li ser ekranê nema. Wê medyaya civakî û portala xwe kir sekoyeke zindî ku bi çend zimanan (Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî) dengê xwe digihîne.
Ev yek jî asteke bilind a dariştina stratejiya medyayî nîşan dide.
Yek ji mezintirîn xizmetên Rûdawê, avakirina dibistanekê bû ji bo pêgihandina rojnameger û pêşkêşkarên pîşekar ku li gorî standardên cîhanî kar dikin.
Ev yek jî bû sedema dewlemendbûna zêdetir a qada rojnamegeriyê ya li Kurdistanê.
