Hewlêr (Rûdaw) - Ketîbeyên Seyîdulşuheda û Tevgera Nucebayê pêvajoya ku çek di destê dewletê de bên komkirin red dikin û dibêjin, "Hêza hikûmeta me nîne ku dagirkeran derxe."
Berdevkê Lîwayên Seyîdulşuhedayê Kazim Fertûsî li ser mijarê ji Rûdawê re ragihand:
"Em çekên xwe radest nakin û em dê li derveyî çarçoveya karên hikûmetê bimînin.
Dagirker hîn li ser axa me ye, loma em nikarin çekan deynin.
Hêza hikûmeta me nîne ku dagirkeran derxe û ti radar û parastina asmanî nîne, loma divê em bi xwe xwe biparêzin."
Seyîdulşuheda sala 2013an hatiye avakirin û di nav Heşdî Şebiyê de ye, Ebû Ala Welaî sekreterê wê yê giştî ye.
Her wiha Endamê Polîtburoya Nucebayê Fîras Yasir ji Rûdawê re got:
"Mijar wekî ku dibêjin veqetandina pêwendiyên siyasî ye û ti pêwendiya wê bi çekên berxwedanê re nîne.
Ev mijar ne tiştekî nû ye çimkî niha Heşd bi Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ve hatiye girêdan.
Tiştê diqewime tenê propagandaya medyayê ye û ji bo zindîkirina mijarên kevn e.
Di rewşa niha de ev mijar ji aliyê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ve tê redkirin."
Tevgera Nucebayê, komeke çekdar a Şîe ya Îraqê ye, sala 2013an hatiye avakirin û ji Esayîbî Ehlî Heqê veqetiya ye.
Nuceba yek ji pêkhênerên Heşdî Şebiyê ye û li gorî texmînan hejmara çekdarên wê nêzîkî 10 hezar kesan e û Ekrem Keebî sekreterê giştî yê tevgerê ye.
Li gorî gotina Fîras Yasir, hewlên Amerîkayê ji bo "nehiştina" Heşdî Şebiyê ne û ji bo vê armancê jî "gelek caran name ji serkirdeyên siyasî re şandine."
Hizbulah û Eshebul Kehf: Em çekan danaynin
Berpirsê Ewlehiyê yê Hizbulaha Îraqê Ebû Mucahîd Esaf li ser hesabê xwe yê platforma Xê ragihand ku karê cîhadî niha "erkek e" û ew dê li şûna wan aliyên ku dev jê berdidin doza xwe bidomînin.
26ê meha borî Muqteda Sedir ragihandibû ku baskê wî yê leşkerî (Seraya Selam) ji tevgera wî veqetiyaye û bangî komên nav Heşdî Şebiyê kiribû ku çekên xwe radest bikin.
Esaf ji bo wan aliyên ku dixwazin çekên xwe radest bikin pêşniyarek kir û got: "Em amade ne serperştiya serjimêriya çekan û komkirina wan bikin.
Em amade ne wan çekên taybet ên ku dezgehên dewletê ne pisporê wan in ên wekî dron, mûşek û dijîtankan wergirin û pereyên wan jî bidin."
Her wiha koma Eshebul Kehfê ku yek ji komên Berxwedana Îslamî ya Îraqê ye doh di daxuyaniyekê de danîna çekan red kir.
Ew bawer dikin ku merciyet piştgiriya vê çekdanînê nake û dibêjin: "Her aliyê ku daxwazê ji me dike em dev ji berxwedanê berdin, divê nivîseke fermî ya merciyetê ji me re bîne."
Seraya Selam, Esayîb û Lîwayên Îmam Elî: Em çekan radest dikin
Li gorî daxuyaniya ku doh ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Lîwayên Îmam Elî ve hat belavkirin, serkirdayetiya wê komê biryar daye ku pêwendiyên xwe yên rêxistinî yên bi Heşdî Şebiyê re bi dawî bîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev gav ji ber berpirsyariya niştimanî û parastina destkeftên serkeftinê û xurtkirina serweriya yekparçeyiya Îraqê ye.”
Wê komê eşkere kir ku biryara wan bi "xwesteka niştimanî û biryara birayan a di çarçoveya Çarçoveya Hevahengiyê de" ya ji bo komkirina çekan a di destê dewletê de hevaheng e.
Heman rojê, Tevgera Esayîbî Ehlî Heqê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ji bo bicihanîna biryara qutkirina pêwendiya bi hêzên xwe yên di nav Heşdî Şebiyê de komîteyek ava kiriye.
Li gorî wê tevgerê, avakirina komîteyê ji bo bicihanîna biryara qutkirina pêwendiya bi pêkhateyên Heşdî Şebiyê re û bicihanîna daxwaza merciyetê ye.
Bernameya hikûmeta nû ya Îraqê ya bi dirûşma "Dewleteke aram û aboriyeke hilberîner" ji bo çar salên bê dixebite.
Di xala yekem a bernameyê de stratejiya hikûmetê hat diyarkirin ku yek ji wan jî komkirina çekan a di destê dewletê de ye.
Ev yek wekî gaveke bingehîn a ji bo "sepandina desthilata qanûnê û parastina ewlehiya niştimanî" ya di qonaxa bê de hat naskirin.



