Hewlêr (Rûdaw) - Birîndarekî şerê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha li bajarokê Çarqurne yê li ser sînorê îdareya Raperîna Başûrê Kurdistanê dijî, ketiye di nav nivînan de û pênc zarokên wî yên biçûk hene û ji ber hejariyê dema ku zarokên her kesekê bibînin dibêjin ew birçîne û dixwazin wan têr bikin.
Rizgar Ebdulhemîd ê 32 salî, xelkê Efrînê ye, di êrîşa Tirkiyê ya 28ê Adarê li ser Efînê de topek li ber mala wî dikeve û birîndar dibe, hestiyê çok û ranê wî dişkê û niha li ser lingan ketiye.
Bi wî halê xwe yê xirab Rizgar Ebdulhemîd tevî zarokên xwe koçber dibe, ji Efrînê bi zehemetî xwe digihîne Başûrê Kurdistanê. Niha ew li bajarokê Çarqurne yê li Ranya dijî, 5 zarokên wî hene, 2 ji wan zarokên biçûk in, ji ber rewşa wî ya xerab, li şûna şîr dew dide herdu zarokên xwe.
Tendirûstiya wî jî têk çûye, pêwîstiya wî bi emelyatê heye, ji ber birîna xwe nikar kar bike, emelyata wî jî ne zêde ye, bi qasî 6 milyon jêre lazim in, yanî derdora 4 hezar dolaran e, lê ewqas pereyên wî tune ne ku xwe pê emeliyat bike.
Rizgar Ebdulhemîd Rûdawê re got: “Sê xwişk û birayên min hene, lê ew li Rojava li kampa penaberan in û ew bixwe hejarin û nikarin ji o alîkariya min tiştek bikin ku ez emeliyat bibin. Ez bixwe jî pişê birîndar bûm nikarim ti karekê bikim û niha di nav nivînan de me û zarokên min birçî ne.
Li malê kesek nîne ku ji bo pênc zarokên xwe nan bi dest bixin. Ji zarokan 2 hêj şîr vedixwinû ji yek 1 salî ye û yên din jî 2 salî ye. Şev b dew zikê xwe têr dikin. Zarokên din jî, heft salî ye û her ku kê dibîne, ji re dibêje ez birçî me û ji birincê hez dikim. Lê li mala wan xwarin û vexwarin nîne.
Dayika zarokan Nûra Ebdulqadir jî got: “Ne birinc, ne nan, ne bacan, me tiştek nîne. Di mala me de kes nîne ji bo me kar bikin. Îro zarokên me tiştek nexwarîne, du êvarî cîrana xwarin anîbûn wan xwar. Şîr ji bo zarokê birçî pirsgirêk e û ew nizane fêm bike.”
Rizgar di Nîsana 2018an de li Kobanê emeliyat bû, lê platînê xwe bi li lingên wî negirt.
Cîranê malbatê Ehmed Mistefa jî diyar kir ku wan despêka îsal Rizgar li Silêmaniyê birine nexweşxaneyê û got: “Me ew bir nexweşxaneyê pêwîstiya bi du emeliyatan heye û ji bo wê jî 6 milyon dînar lazime hebe. Em daxwazê ji xêrxwazan dikin ku bibin alîkar daku rizgar bikare rabe li ser lingên xwe û karekê bo xwe bike.
Rizgar Ebdulhemîd beşdarî bernameya Rûdawê ya bi navê “Berpirsiyar” ku Şahiyan Tehsîn pêşkêş dike û da zanîn ku ji ber êşê razan û xwarina wî nemaye.
Rizgar Ebdulhemîd da zanîn ku divê platînên li lingên wî divê bêne guhertin û ji bo wê jî du emeliyat pêwîst in, lê derfeta wî nîne xwe emeliyat bike û daxwaza alîkariyê ji xêrxwazan dike.


.jpg&w=3840&q=75)