Hewlêr (Rûdaw) - Li Soranê piştî diyarbûna encamên destpêkê, ciwanekê di encama gulleye kêfxweşiyê de ku wî xwe bi xwe teqand, jiyana xwe ji dest da.
Li Soranê şeva derbasbûyî piştî diyarbûna encamên destpêkê yên hilbijartinê, hejmareke zêde ya xelkê derketin kolanan û teqeyên kêfxweşiyê kirin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, ciwanekî bi navê Cemîl Zorab ê 22 salî di encama teqeyeke kêfxweşiyê de jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan bûyer şeva derbasbûyî demjimêr 23.00 qewimî. Berdevkê Polîsê Soranê Şemal Dêwarî li ser bûyerê ji Rûdawê re ragihand, gulle bi ber bedena wî ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
Kesûkarên wî ciwanî jî ji Rûdawê re ragihandin, Zorab yek ji teqekeran bû û xwest mexzena gulleyê biteqîne, lê nedizanî gulleyek li ber çekê heye û dema ku aniye xwarê gulle teqiya û bi ber sîngê wî ket û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan Cemîl Zorab ê 22 salî xelkê gundê Awdiyan bû li nêzîkê Soranê.
Ev di demekê de ye ku Lijneya Emnî ya Parêzgeha Hewlêrê, di daxuyaniyekê de ragihandibû ku teqekirin bi her şêweyî qedexe ye û her kesê teqe bike dê bê desteserkirin.
Li Soranî piştî teqekirinên kêfxweşiyê hêzên polîs û asayiş li herêmê hatibûn belavkirin û hatibû ragihandin ku her kesê teqe bike, dê dest bi ser çeka wî de bê girtin û lêpirsîn dê li gel bê kirin.
Di vê hilbijartinê de Soran ku bezneyê yek ê parêzgeha Hewlêrê bû û mafê dengdanê yê nêzîka 250 hezar kesan hebû, bo birina wan 4 kursiyan 9 berbijêran hevrikiya hev dikirin û li gor encamên ne fermî PDKê her çar kursî bidest xistine.


.jpg&w=3840&q=75)