Hewlêr (Rûdaw) - Berî çend rojan li bajarê Silêmanî otombîlekê li welatiyekî 80 salî yê Rojavayê Kurdistanê xistibû, şofêr ew bi dijwarî birîndar kiriribû û reviyabû.
Birîndarê 80 salî navê wî Hisên Çawîş e, xelkê bajarê Efrînê ye, tevî ku ji nexweşxaneyê hatiye derxistin nebaş e, û ew dixwaze vegere nexweşxaneyê û were dermankirin
Hisên Cawîş piştî bûyerê ji bo nexweşxaneyeke Silêmaniyê hat veguhestin, lê piştî çend rojan ji nexweşxaneyê tê derxistin, doktor jêre dibêjin, rewşa te baş e, here mal.
Peydamnêrê Rûdawê Horvan Rifaet çû mala Hisên Cawîş û dît ku ew rihet nebûye, serî wî, laşê wî, hemû bedena wî gelek diêşe, ew dixwaze careke din vegere nexweşxaneyê û li wir were dermankirin.


.jpg&w=3840&q=75)