Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Cizîrê û bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, xwendekaran dest bi ezmûnên pola 12an (bakalorya) û pola 9an (amadehî) kir.
Îro li bajarên herêma Cizîrê ezmûnên pola 12an li gorî bernameya Rêveberiya Xweser dest pê kir.
Di heman demê de, ezmûnên pola 9an li gorî bernameya berê ya Sûriyeyê ku niha di bin çavdêriya Hikûmeta Veguhêz de ne dest pê kir.
Li bajarê Kobaniyê jî xwendekaran li gorî bernameya Rêveberiya Xweser dest bi ezmûnên pola 9an kir.
Cudahiyên her du bernameyan
Ezmûnên li gorî sîstema Rêveberiya Xweser tenê ji bo xwendekarên serbest in (yên ku ne li dibistanên fermî ne).
Lê belê ezmûnên li gorî sîstema berê ya Sûriyeyê, hem xwendekarên dibistanên fermî û hem jî xwendekarên serbest li xwe digirin.
Li gorî agahiyan, 2 hezar û 860 xwendekarên serbest ên pola 12an ên bi ser Rêveberiya Xweser ve li Qamişlo, Hisîça û Dêrikê di 11 navendan de dikevin ezmûnan.
Hejmara xwendekaran
Li aliyê din, Nivîsgeha Ragihandinê ya Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hisîçayê eşkere kir ku 14 hezar û 425 xwendekar dikevin ezmûnên pola 9an.
Ev xwendekar li Qamişlo, Hisîça, Dêrik, Serê Kaniyê, Şedadê û Til Koçerê li 57 navendên ezmûnan hatine dabeşkirin.
Her wiha 18 xwendekar jî li heman navendan dikevin ezmûnên olî (şerî) yên pola 9an.
Bernameya ezmûnan û ewlehî
Li gorî bernameyê, îro xwendekarên pola 12an ên beşên zanistî û wêjeyî dest bi ezmûnên Rêveberiya Xweser kir.
Ezmûnên pola 9an ên Rêveberiya Xweser jî dê 6ê Hezîranê dest pê bikin.
Li aliyê din, îro ezmûnên pola 9an û yên olî li gorî bernameya berê ya Sûriyeyê dest pê kir.
Ezmûnên pola 12an ên vê bernameyê jî dê 6ê Hezîranê dest pê bikin.
Pêvajoya ezmûnan ji aliyê komîteyên hevpar ve tê birêvebirin.
Nûnerên Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hisîçayê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê di van komîteyan de cih digirin da ku çavdêriya navendan bikin.
Ji bo parastina ewlehiyê jî Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li ber hemû navendên ezmûnan hatine bicihkirin û ewlehiya xwendekaran diparêzin.
Çavkanî: ANHA



