Mêrdîn (Rûdaw) - Malbateke Mêrdînî li ser rêya Mêrdîn û Amedê di nav xwezayê de tesîseke geştyarî çêkiriye.
Di vê tesîsê de xaniyên darîn ên bungalov, gelek cureyên ajelan û zêdetirî 20 hespên siwariyê hene.
Ev cih xizmetê dide geştiyarên xwecihî û biyanî.
Kesên ku dixwazin ji stres û qerebalixiya bajaran dûr bikevin diçin tesîsa geştyarî ya Mordorê.
Ew li vir di nav xwezayê de demeke xweş derbas dikin.
Bi taybetî jî malbat ji bo ku zarokên wan ajelan nas bikin diçin tesîsa Mordorê.
Ev cih 15 xulekan ji Mêrdînê û 45 xulekan jî ji Amedê dûr e.
Bi 5 milyon dolarî hat avakirin
Xal û xwarziyên Mêrdînî 15 kîlometreyan li derveyî bajêr ev tesîs ava kiriye.
Tesîsa li ser rêya Mêrdîn û Amedê li ser 25 donim erd hatiye çêkirin.
Xwediyên wê bi sermayeyeke 5 milyon dolarî ev cih xistiye xizmeta geştyariya bajêr.
"Navenda terapiya bi hespan"
Xwediyê tesîsê Veysî Gerehan li ser xizmetên xwe agahî dan û got:
"11 xaniyên me yên bungalov hene. Hesp, ATV û gelek cureyên ajelan li cem me hene.
Di bungalovên me de jakûzî û hewzên taybet hene û hema bêje her roj bungalovên me tije dibin.
Qada me ya xizmetê gelekî berfireh e. Li herêmê wekî navenda terapiya bi hespan tenê em hene.
Êdî mirov ji bo ku ji stres û qerebalixiya bajaran dûr bikevin cihên wiha hildibijêrin. Niha eleqeyeke gelekî mezin ji bo vir heye."
Bêhna xwe li nav xwezayê vedidin
Tesîsa geştyariyê ya Mordorê hîn çend meh in vebûye lê hemû bungalovên wê tije ne.
Malbat jî ref bi ref diçin dîtina wî cihî.
Welatiyekî li ser serdana xwe got, "Em li bajêr fetisîbûn, me got em werin vir da ku em û zarokên xwe bêhna xwe vedin.
Em hatin vir, me got bila zarok li ajelan siwar bibin û bêhna wan derkeve. Keskatiya vir û hewaya vir xweş e, bêhna me vebû."
Welatiyê bi navê Sedat Degîşmez jî nêrînên xwe anîn zimên û got:
"Em ji bajarê Mêrsînê hatin vê derê. Vir gelekî xweş e. Malbat dikarin bi dilxweşî werin vir. Hûn li vir stresa bajêr ji ser xwe diavêjin."
Her wiha Evdila Tan jî qala kêfxweşiya xwe kir û got:
"Ji bo ku kêfa wan were me zarokên xwe anîne vir. Em wan li hespan siwar dikin. Em ji vir gelekî memnûn in. Em kêfxweş in ku cihên wiha hene."
Birêvebirên tesîsê didin zanîn ku ew dê di demên pêş de hejmara ajelan zêde bikin.
Ew di wê baweriyê de ne ku dê tesîs bibe yek ji cihên herî balkêş ên geştiyariya xwezayê ya Mêrdînê.


