Efrîn (Rûdaw) – Li dibistanên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xwendekarên amadehiyê dikevin ezmûnan.
Xwendekara Kurd Sîlvanaya ji Efrînê dikeve ezmûna pola 9an û ew bi girî ji ezmûnê derket.
Sîlvana ne ku bi ser neketibû, ji ber ku tenê 1-2 pile bi başî nebersivandibû.
Dayîka wê jî li ber derî li benda wê bû.
Xwendekara pola 9an Sîlvana Numanê li ser ezmûna xwe got:
“Min di nava saet û nîvekê de xilas kir.
Ez hêvî dikim ku dê encam baş be.”
Xwendekareke din a bi navê Mîryam Îbişê jî diyar kir ku ew gelekî xebitiye û anî ziman:
“Min bi rastî pir dixwend. Ez sibehan zû radibûm û min dixwend.
Dê û bavê min alîkariya min kir. Mamoste pir rind bûn.”
Li gorî du bernameyên xwendinê, xwendekarên Efrînê û gundewarê wê beşdarî ezmûnan bûn.
Mamosteya Şêwirmend Umeya Hemdiyê li ser beşdariya xwendekaran agahî dan û anî ziman:
“Gelek kesên bi temen li cem me ketin ezmûnên pola 9an.
Kesên 20-25 salî û heta 30 salî jî li cem me hebûn.
Wan bi awayê xwendina azad ezmûn pêşkêş kir.
Di dawiyê de du rojan lînk 24 demjimêran hat vekirin ku navên xwe tomar bikin.
Piştî wê bi hefteyekê, me dîsa lînk vekir ku xwendekar xwe tomar bikin.
Ji bo pejirandina xwendekaran gelek hêsankarî hatin kirin.”
Amarên ezmûnan
Li herêma Efrînê 2 hezar û 550 xwendekar beşdarî ezmûnan bûn.
Ev xwendekar li 18 navendên ezmûnan ên li bajar û bajarokan hatine dabeşkirin.
Li parêzgeha Helebê 77 hezar û 77 xwendekar beşdarî ezmûnan bûn û ew li 323 navendan hatine dabeşkirin.
Li tevahiya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 464 hezar û 25 xwendekar beşdarî ezmûnên pola 9an dibin.
Ji wan 450 hezar û 884 xwendekarên fêrbûna sereke û 13 hezar û 141 xwendekarên Şerîetê ne.
Ev xwendekar li 2 hezar û 53 navendên ezmûnan hatine dabeşkirin.


