Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Semîh Yalçin da zanîn ku Rêxistina Parêzgeha Rihayê ya partiya wan û 13 rêxistinên navçeyan hatine hilweşandin.
Rêxistina Parêzgeha Rihayê ya Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û 13 rêxistinên navçeyan ên girêdayî wê hatin fesixkirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Semîh Yalçin ev biryar bi daxuyaniyekê eşkere kir.
"Osman Mutlu hat tayînkirin"
Semîh Yalçin li ser biryara partiya xwe wiha got:
"Saziyên Rêxistina Parêzgeha Rihayê yên Partiya Tevgera Neteweperest û saziyên 13 rêxistinên wê yên navçeyan, li gorî desthilata ku madeyên 52 û 54an ên rêziknameya partiya me didin, hatine fesixkirin."
Yalçin her wiha diyar kir ku wan di heman demê de serokekî nû jî destnîşan kiriye û got:
"Dîsa di çarçoveya desthilata ku heman madeyan daye de, Osman Mutlu wekî Serokê MHPyê yê Parêzgeha Rihayê hat tayînkirin."

.jpg&w=3840&q=75)

