Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê Kongreya 7emîn a Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên li Sûriyeyê hat lidarxistin.
Di kongreyê de serok, alîkarê serok û desteyeke nû ya birêvebiriyê hatin hilbijartin.
Îro li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya gelek nivîskar, rewşenbîr û nûnerên saziyên çandî Kongreya 7emîn a Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên li Sûriyeyê hat lidarxistin.
Destpêkê peyamên xêrhatinê hatin xwendin û piştre endamên dîwanê hatin hilbijartin da ku rûniştinan li dar bixin.
Piştî hilbijartina dîwanê, rûniştinên kongreyê ji çapemeniyê re hatin girtin.
Di van rûniştinên girtî de rêziknameya navxweyî, rapora xebatê ya 2 salên borî û rewşa rêxistinî hatin nirxandin.
Serok û desteya nû hatin hilbijartin
Di kongreyê de Qadir Egîd li şûna Ebas Îsmaîl wekî serokê nû yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên li Sûriyeyê hat hilbijartin.
Her wiha Diyala Elî jî wekî alîkara serokê yekîtiyê hat diyarkirin.
Di kongreyê de desteyeke nû ya birêvebiriyê jî hat hilbijartin.
Ew desteya nû ji van nivîskaran pêk tê: Ridwan Mihemed, Xurşîd Xalid, Merwan Şêxî, Rodost Xelîl û Ejder Îso.
Dîroka yekîtiyê û astengiyên li pêşiya nivîskaran
Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên li Sûriyeyê 11ê Çiriya Pêşîn a 2013an li bajarê Qamişloyê hatiye damezirandin.
Ev yekîtî wekî yek ji saziyên kevnar û çandî yên herêmê tê naskirin.
Armanca wê ya sereke parastina ziman, wêje û çanda Kurdî ye.
Yekîtî di bin şert û mercên giran ên Sûriyeyê de, hewl dide berhemên nivîskarên Kurd bide naskirin û belavkirina pirtûkên Kurdî hêsan bike.
Beriya guhertinên sala 2011an ên li Sûriyeyê, ji ber qedexe û zextên siyasî yên dewletê, nivîskarên Kurd nedikarî saziyên bi vî rengî yên fermî ava bikin.
Piraniya çalakiyên wan bi awayekî veşartî yan jî di nav komên biçûk de dihatin kirin.
Piştî salên 2011 û 2012an, zemînek ji bo avakirina saziyên çandî yên serbixwe çêbû û ev yekîtî sala 2013an bi fermî dest bi xebatên xwe kir.
Ev kongre di demekê de hat lidarxistin ku nivîskarên Kurd ên li herêmê bi gelek astengiyên aborî re rûbirû ne.
Her wiha ew di çapkirin û belavkirina pirtûkan de jî rastî gelek zehmetiyan tên.



.jpg&w=3840&q=75)