Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatên dijmin de pevçûna çekdarî derket.
Di êrişa li ber qehwexaneyekê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Telefonî wan kirin da ku derkevin derve
Li Taxa Peyasê ya navçeya Peyasê, du malbatên ku di navbera wan de dijmintî hebû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe plan danîn ku qehwexaneyekê li hev bicvin.
Endamên malbata Çinarê çûn cihê hevdîtinê û li hundirê qehwexaneyê li benda hatina aliyê din man.
Li gorî îdiayan, dema ku ew li hundir bûn, aliyê din telefonî endamên malbata Çinarê kir û xwest ku ew derkevin ber qehwexaneyê.
Gava ku endamên malbatê derketin ber derî, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve gule li wan hatin reşandin.
Di encama êrişê de Sedat Çinar, birayê wî Mehmet Çinar û zavayê wan A.Y. bi guleyan birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê di kontrola xwe ya destnîşan kir Sedat Çinar miriye.
Birîndarên din Mehmet Çinar û A.Y. piştî midaxeleya li cihê bûyerê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku metirsî li ser jiyana A.Yyê birîndar didome.
Polîsan ji bo tesbîtkirin û desteserkirina êrişkaran dest bi lêpirsîneke berfireh kir.
.webp&w=3840&q=75)


