Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî analîza hesabê bi navê "Haritaları Keşfediyoruz" (Em Nexşeyan Kêşf Dikin ) ku li ser medyaya civakî analîzên amaran parve dike, Rûdaw li Tirkiyeyê bûye malpera sêyemîn a ku li Tirkiyeyê herî zîde lêgerin û li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bûye yekêmîn.
Ev analîz li ser bingeha amarên Google Trendsê hatiye amadekirin.
Li aliyê din, amarên Semrushê jî nîşan didin ku Rûdaw mehane li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîştiye 7 milyon û 600 hezar xwîneran.
Analîza 90 rojên dawî ya ku li ser amarên motora lêgerînê ya Googleyê (Google Trends) hatiye kirin, encamên balkêş derxistin holê.
Li gorî nexşeya nûçeyan a ku hatiye amadekirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî herêman 3 dezgehên cuda yên medyayê di lûtkeyê de cih digirin.
Li 10 parêzgehan Rûdaw di lûtkeyê de ye
Li gorî encamên analîza ku hatiye parvekirin Rûdaw li Mêrdîn, Amed, Êlih, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Wan, Bedlîs, Mûş û Agiriyê di rêza yekem de ye.
Bi giştî li van 10 parêzgehan Rûdaw bûye çavkaniya nûçeyan a ku herî zêde tê lêgerîn û şopandin.
Li gorî amarên din ên di nexşeyê de, li 53 parêzgehên Tirkiyeyê Halk TV û li 18 parêzgehan jî A Haber wekî kanalên ku herî zêde tên lêgerîn hatin qeydkirin.
Analîz nîşan dide ku tercîhên wergirtina nûçeyan ên bikarhêneran, bi meylên siyasî û erdnîgarî re paralel in.
Amarên Semrushê: Mehane bi milyonan xwîner
Bandora Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser platformên dîjîtal, di amarên xizmeta pîvandina trafîka webê ya cîhanî Semrushê de jî derket holê.
Li gorî rapora Nîsana 2026an a ku ji aliyê Semrushê ve hatiye belavkirin, Rûdawê mehane 7 milyon û 610 hezar serdêrên tekane (unique visitors) ji nav sînorên Tirkiyeyê girtine.
Bi vî awayî Rûdaw wekî yek ji malperên nûçeyan ên navneteweyî yên ku herî zêde tên ziyaretkirin cihê xwe parast.
Rûdaw bi weşana xwe ya dîjîtal a bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî, di serî de li Herêma Kurdistanê di trafîka nûçeyan a herêmê de roleke diyarker dilîze.

.webp&w=3840&q=75)

