Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo asayîkirina rewşa herêmê û çareserkirina krîzên mirovî, şandeyeke bilind a ewlehiyê ya Hisîçayê çû Serê Kaniyê.
Fermandarê Asayîşa Hisîçayê Emîd Merwan Elî û alîkarî wî Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) bi rayedarên Serê Kaniyê re civiyan.
Di hevdîtinê de birêvebirê hêzên ewlehiyê yên Serê Kaniyê Mehmûd Salih û birêvebirê bajêr Ebdulah Ceşim jî amade bûn.
Paqijkirina mayînan û pirsgirêka avê
Di civînê de çend mijarên stratejîk û jiyanî yên ku bandorê li xelkê herêmê dikin, hatin nirxandin.
Yek ji xalên herî girîng destpêkirina paqijkirina herêmê ya ji mayîn û paşmayên şer bû da ku jîngeheke ewle ji bo sivîlan bê avakirin.
Her wiha krîza stasyona ava Elokê bi berfirehî hat gotûbêjkirin û li ser çareseriyeke mayînde hat rawestîn.
Bi salan e ji ber qutbûna ava stasyona Elokê, bi milyonan rûniştvanên Hisîçayê û derdora wê di nav zehmetiyê de ne.
Yekxistina hêzên ewlehiyê
Di civînê de ji aliyê rêxistinî û ewlehiyê ve mijara yekxistina hêzan hat nirxandin.
Di vê çarçoveyê de tevlîkirina endamên Asayîşê ya li nava saziya Ewlehiya Giştî ya Serê Kaniyê hat nîqaşkirin.
Armanca vê yekê ew e ku pergaleke parastinê ya hevpar û bihêztir li bajêr bê pêkanîn.
14 hezar malbat vedigerin
Li ser pirsgirêka vegera koçberan a ji kampan, amadehî didomin.
Berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Zehra Simo, di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re eşkere kir ku xwesteka vegerê di nava koçberan de gelekî zêde ye.
Zehra Simo diyar kir ku heta niha navên nêzîkî 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin cih û warên xwe hatine qeydkirin.
Ji bo hêsankirina karên yasayî û ewlehiyê, ev lîsteyên navan ji bo aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Sûriyeyê hatine şandin.
Dê kengî dest pê bike?
Zehra Simo li ser dema destpêkirina vê vegerê, bal kişand ser qonaxên pêvajoyê û da zanîn ku ev gav bi hev ve girêdayî ne.
Wê destnîşan kir ku piştî temambûna pêvajoya vegera koçberên Efrînê, dê rasterast karwanên koçberên Serê Kaniyê jî dest pê bikin.

.webp&w=3840&q=75)
