Hewlêr (Rûdaw) - Baroya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji bo hevdîtineke bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.
Baroya Wanê doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan ji bo hevdîtineke bi Abdullah Ocalan re bi fermî serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê daye.
Baroya Wanê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
"Me wekî Baroya Wanê, ji bo ku em hevdîtinekê li gel birêz Abdullah Ocalan bikin, serî li Wezereta Dadê da.
Bi vê serlêdanê armanca me xurtkirina aştiya civakî, bipêşxistina derfetên ji bo çareseriya demokratîk û rêdana saziyên hiqûqî ye ku rê li ber beşdariya wan a di pêvajoyê da were vekirin."
Baroyê ji bo serkeftina pêvajoyê tekezî li ser girîngiya hiqûq û diyalogê kir û diyar kir:
"Em bi rêzdarî ji raya giştî ra radigihînin ku hewldanên me yên ji bo mayîndekirina aştiya civakî, serdestiya hiqûqê û dadmendiyê wê berdewam bike."
Van Barosu olarak, toplumsal barışın güçlendirilmesi, demokratik çözüm imkânlarının geliştirilmesi ve hukuk kurumlarının sürece katkı sunabilmesi amacıyla, Sayın Abdullah Öcalan ile görüşmek için Adalet Bakanlığı'na başvuruda bulunduk.
— Van Barosu - Baroya Wanê - Van Bar Association (@VanBaro) June 12, 2026
Kalıcı barışın; hukuk, diyalog, insan… pic.twitter.com/X13OwMgrSA



.jpg&w=3840&q=75)