Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Trafîkê ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ragihand ku barhilgirek qulibiye û 3 kes ketine nav çem.
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Soranê da zanîn ku kesek ji wan miriye û her duyên din hatine rizgarkirin.
Birêvebiriya Trafîkê ya Soranê ragihand:
"Otomobîleke barhilgir li ser Rêya Hamiltonê ji rê derket, qulibî û ket nav çem.
Di encama bûyerê de 3 kes winda bûn."
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Soranê Rewend Mexdîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Bûyer li gundê Rezanê yê qezaya Çomanê çêbû.
Tîmên me zû gihîştin cihê bûyerê û 2 kes hatin rizgarkirin.
Kesê sêyem hat dîtin û em dikarin bibêjin ku miriye.
Piştî ku hat dîtin, ew rakirin nexweşxaneya herêmê."
Sedema mirinê ne xeniqîn e
Birêvebirê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Soranê Karwan Mîrawdelî ji Rûdawê re diyar kir:
"Me ew kesê ku miriye ji nav otomobîlê derxist.
Ew ji ber giraniya birînên xwe miriye, nexeniqiye."
Karwan Mîrawdelî da zanîn ku 6 tîmên wan mijûlî derxistina barhilgirê ya ji nav avê û asayîkirina rê ne û got:
"Rewşa her du birîndaran gelekî baş e.
Ew hemû xelkê herêma Xelîfanê ne."
#BILEZ - Li ser Rêya Hamiltonê qeza, 3 kes winda ne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 13, 2026
💢 Birêvebiriya Trafîkê ya Soranê ragihand ku li ser Rêya Hamiltonê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê barhilgirek ketiye nav çem û 3 kes winda bûne pic.twitter.com/cclMbjVHSz



