Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hisîça ya Rojavayê Kurdistanê pêvajoya wergirtina genim a ji cotkaran dest pê kir.
Saziya Dexûldanan a Sûriyeyê ji Rûdawê re ragihand ku di 4 rojên destpêkê de zêdetirî 13 hezar tonan genim hatiye wergirtin.
Saziya Dexûldanan a Sûriyeyê eşkere kir ku pêvajoya wergirtinê li 12 navendên parêzgeha Hisîça dest pê kiriye.
Her wiha li gorî biryarê dê di nava du rojan de 8 navendên din jî werin vekirin.
Berhema genim têra du salan dike
Birêvebirê Saziya Dexûldanan a Sûriyeyê Ebdulhemîd Dawid, beriya niha ji Rûdawê re ragihandibû ku ew pêşbînî dikin îsal berhema genim li herêma Cizîrê bigihîje milyonek û 200 hezar tonî.
Ebdulhemîd Dawid da zanîn ku ev mîqdar jî têra pêdiviya du salan a herêmê dike.
Birêvebirê Saziya Dexûldanan a Sûriyeyê Ebdulhemîd Dawid derbarê berhemê îsal de got:
"Li gorî hesabên me, dibe ku berhem bigihîje milyonek û 100 hezar an jî milyonek û 200 hezar tonî.
Eger ev berhem li Cizîrê bimîne, dê têra du salan bike, ji ber ku pêdiviya herêma Cizîrê di navbera 350 hezar û 400 hezar tonî de ye."
Bihayê genim û dravdana cotkaran
Ebdulhemîd Dawid derbarê bihayê genim de diyar kir ku ji bo her tona genimê pileya yekê, ew dê 5 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyeyê bidin cotkaran.
Ebdulhemîd Dawid li ser pirsa "ka dê cotkar kengî pereyên xwe wergirin", diyar kir ku piştî radestkirina genim, cotkar dê di demeke nêzîk de pereyên xwe wergirin.
Ebdulhemîd Dawid her wiha da zanîn ku ji bo hêsankirina karê cotkaran, 3 bankên çandiniyê li parêzgehê hatine vekirin.


