Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di êrişeke çekdarî de 4 kes hatin kuştin û kesek jî giran birîndar bû.
Ev êriş ji aliyê çawîşekî pispor ve li hevjîna wî ya ku di qonaxa veqetînê de bû û malbata wê hat kirin.
Bûyera karesat îro serê sibê li Taxa Bêşendiroxê ya Şemzînanê rû da.
Li gorî agahiyan, çawîşê pispor ê bi navê M. Gezer hevjîna xwe ya ku di qonaxa hevberdanê de bû Gulşen Gezer, bûrayê xwe Gurkan Demîr , xesûya xwe Habîba Demîr û dişa xwe Denîz Demirê bi çekê kuştin.
Paşê wî bi heman çekê hewl da ku dawî li jiyana xwe bîne.
Di rûdanê de ji heman malbatê kesek jî giran birîndar bû.
Nihtecehên taxê piştî bihîstina dengê çekan cendirme û tîmên tenduristiyê agahdar kirin û tîm çûn cihê bûyerê.
Li cihê bûyerê mirin
Di lêkolîna destpêkê ya tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku 4 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Kesê ku giran birîndar bûbû jî bi ambulansê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û li wir dest bi tedawiya wî hat kirin.
Termên kesên ku canê xwe ji dest daye jî ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.
Dest bi lêpirsînê hat kirin
Piştî vê bûyera ku xelkê Şemzînanê dilgiran kir, hêzên ewlehiyê Taxa Bêşendiroxê dorpêç kir û dest bi lêkolîneke berfireh kir.
Lêpirsîna li ser sedema derketina bûyerê û rewşa tenduristiyê ya wî çawîşê pispor bi hemû aliyan ve didome.
.jpg&w=3840&q=75)


