Hewlêr (Rûdaw) - Şûnwarnasan li nêzîkî Hewlêrê cara yekem komeke mezin a lewhayên bi nivîsa bizmarî û delîlên wêraniyeke giran dîtin.
Ev delîl nîşan didin ku beriya 4 hezar salî ev herêm rastî şer û dorpêçeke mezin hatiye.
Birêvebirê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê Keyfî Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku navê vî bajarî di dema kevn de "Bajarê Kurdan" bûye.
Lêkolîn nîşan didin ku şahekî Asûrî û hevpeymanên wî êrişî vî bajarî kiriye û ew wêran kiriye.
Cihê şûnwarî li Deşta Hewlêrê ye û niha wekî "Kurd Qebristan" tê naskirin.
Ev xebat ji aliyê tîmeke şûnwarnasên Zanîngeha Navendî ya Florîdayê, Zanîngeha Johns Hopkins, Zanîngeha Yaleyê û Zanîngeha Michigan Stateyê ve hatiye kirin.
Dezgeha Niştimanî ya Zanistî ya Amerîkayê piştgiriya vê xebatê dike.
Ev kar bi hevahengî û hevkariya rasterast a Birêvebiriya Giştî ya Şûnwar û Kelepûran a Herêma Kurdistanê bi rê ve çû.
Tîmê havîna salên 2024 û 2025an ew herêmê kolan û lêgerîn kir û niha encamên zanistî eşkere kirin.
Çi hatiye dîtin?
Li herêma şûnwarî ya "Kurd Qebristanê" ya li başûrrojavayê Hewlêrê, şûnwarnasan gelek delîlên girîng dîtine:
· Gelek lewhayên bi nivîsa bizmarî ku ji bo karên îdarî hatine bikaranîn.
· Gorên bikom û termên qurbaniyên şer ên ku nehatine binaxkirin.
· Avahiyên şewitî, arşîvên ku li pey xwe hiştine û paşmayên wêraniyeke mezin.
· Sûrên bajêr û dîwarên parastinê yên ku hatine rûxandin.
Di rapora lêkolînê de hatiye gotin ku şûnwarnasên Amerîkayî bawer dikin navê bajarî "Qebra yan Kabra" bûye lê Keyfî Mistefa diyar kir ku navê bajêr "Kurdan" bûye û di gelek lewhayên bizmarî de nav wiha derbas dibe.
Birêvebirê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê her wiha got:
"Ev dîtin gelekî girîng e; çimkî nîşan dide ku hevdem an jî beriya Sumeriyan û şaristaniyên din ên kevn, şaristanî ji Kurdistanê û qûntara Zagrosê ber bi başûrê Îraqê û herêmên din ên Mezopotamyayê ve çûye."
Ev şer kengî qewimiye?
Li gorî lêkolînan, ev bûyer vedigere Serdema Bronz a Navîn ango nêzîkî 4 hezar sal berê.
Şer di serdema Şahê Asûriyan Şemşî Adadê Yekem de qewimiye ku di navbera salên 1809-1776an ên Beriya Zayînê de desthilatdar bû.
Wî sînorê desthilata xwe ji Çiyayên Zagrosê heta Çemê Feratê fireh kiribûye.
Hevpeymaniya dijminan
Dîroknas dibêjin ku du şahên xurt hevpeymanî çêkirine û êrişî bajêr kirine.
Yek Şemşî Adadê Yekem û yê din jî Dadûşayê Ûahê Eşnûna (Diyalayê niha) bûye.
Wan demeke dirêj bajar dorpêç kiriye heta ku karîbûn dîwaran derbas bikin û bajarî wêran bikin.
Bi saya amûrên bipêşketî yên binê erdê, zanayan fêm kir ku bajêr bi hêsanî xwe radest nekiriye.
Li derdora bajêr dîwarên qerase û sûreke mezin a parastinê hebûye. Her wiha li derveyî dîwaran xendekeke gelekî mezin û kûr hebûye ku rê li ber dijminan bigire.
Şûnwarnasan du qatên şewat û wêraniyê li ser hev dîtine.
Ev yek bi temamî bi tomarên dîrokî re li hev dike ku dibêjin, “Destpêkê dorpêçeke giran li ser bajêr hatiye danîn û di qonaxa yekem de zerereke mezin dîtiye, piştî demekê jî bi temamî hatiye girtin û wêrankirin.”
Trajediya mirovî ya li koşkê
Hûrgiliyên herî dilêş di paşmayên avahiyekê de hatine dîtin ku jê re "Koşka Başûrrojhilat" tê gotin.
Di nav paşmayên şewitî û rûxandî yên vê koşkê de, hestiyên 17 kesan hatine dîtin.
Tiştekî balkêş e ku ev kes nehatine binaxkirin û ti merasîm ji bo wan nehatine kirin.
Ew li kû hatibin kuştin an avahî li ser wan de rûxabe, li wir mane.
Wekî mînak, termê qurbaniyekî li ser hewzekî kevirî bi rû de ketiye û li wir miriye.
Zana dibêjin dibe ku ev kes karker û xizmetkarên koşkê bin û dema êrişê derfeta wan a revê çênebûbe.
Agir û nameyên li pey xwe hiştine
Li hemû herêmê şûnwarên agirekî mezin û kûp û firaqên şikestî hene.
Di nav van xirbeyên şewitî de, zanayan bi dehan lewhayên ji heriyê dîtin.
Dîroka nivîsandina hinek ji wan lewhayan tenê vedigere çend roj beriya ketina bajêr.
Wisa xuya dike ku karmendan heta kêliyên dawî yên jiyana xwe di bin dorpêçê de jî agahî tomar kirine.
Her tişt wekî kêliya bûyerê di bin axê de maye. Ji ber vê yekê şûnwarnas vê dîtina li derdora Hewlêrê wekî wêneyekî zindî yê şerên cîhana kevn dibînin.
Çima ev dîtin girîng e?
Bi dehan salan e dîroknas tenê xwe dispêrin nivîsên li ser kevir û şahan ku zanibin şer û dorpêç li Mezopotamyayê çawa bûye lê ev dîtina li "Kurd Qebristanê" ya li Hewlêrê gelekî girîng e, çimkî cara yekem delîlên berbiçav ên wekî xaniyên şewitî û qurbaniyan dixe destê me.
Ev dibe yek ji baştirîn û hûrgilitirîn tomarên şûnwarî yên li cîhanê ku em fêm bikin bê ma di Serdema Bronz de dorpêçkirina bajaran çawa bûye.



